"Enter"a basıp içeriğe geçin

Peyv û Termên Kurdî Di Tirkî De…Zeynelabidin Zinar

loading...

Berê hatiye gotin ku zimanê farisî û yê erebî bûne cîgir û xwe ragirtine. Herweha pixav û tavil jî nakin û rast dibêjin ku filan peyv ne erebî ye lê bûye muste´reb û eşkere dibêjin ku ev peyv ji filan zimanî ketiye nava erebî û farisî.

Lê belê zimanê tirkî ne wisan e; ev ziman bi derketina Komara Tirkiyê re derketiye holê (1925) û xwe ji gelek zimanên cuda ava kiriye. Ji ber hindê çewa miletên ne Tirk, hemû hatine heşifandin û wan kirine Tirk, peyvên van zimanan jî heşifandine û wan kirine yên tirkî.

Diyar e ku Saziya Zimanê Tirkî ji 1926 hetanî 1965an peyvên kurdî berhev kirine û weke ku ew yên tirkî bin, herweha hinek jî guhartin çêkirine û xistine navê, ji xwe re bi kar anîne, niha jî bi kar tînin û di xwendegehan de bi ciwanên Kurd didin xwendin, haya wan jî pê çênabe.

Ez ê li virê çend peyvên ku niha di tirkî de têne bikaranîn binivîsim û pêşkêşê ciwanên Kurd bikim, da zanibin ku çi hatiye serê Zimanê Kurdî.

Hin ji wan peyvan ev in:

BI TIRKÎ:

ÇARÇI: Ev peya kurdî ji ÇAR + CÎyê afiriye= Lê di pêvajoyê de bûye ÇARŞÎ.

ÇERÇEVE: Ev peyva kurdî ku di trikî de tê bikaranîn weha ye: ÇAR + ÇOV. Di kurdî de ji darê destan re ÇOV tê gotin, lê di nava demê de tîpa “v” jê hatiye avêtinj û wek ÇO maye.

HAFTA: Ev peyva ku bi trikî tê bikaranîn, ji jimara 7an a kurdî hatiye wergirtin û di kurdî de bi hawayê HEFTE û HEFTÎ têne gotin.

USTA: Ji kesê ku xwediyê hunerê ye re tê gotin û kurdiya wê ku îro jî tê bikaranîn HOSTE ye. Di kurdî de çîrokek jî li ser vê peyvê weha hatiye gotin: ”Hoste Necar, razê mîna her car, Xwedê yek e, delîl hezar.”

KOTEK: Ev peyna kurdî ku bi wateya ”zor”ê ye, niha zêde di trikîya îro de nayê bikaranîn. Lê min çend car ji devê serokê Cuntaya 12ê Êlûnê bihîztiye.

SERMAYE: Ev peyv bi her awayên xwe diyar dibe ku kurdî ye û ji ”ser” û maye”yê hatiye afirandin, ango ew tiştê ku li serê zêde bûye û ji xwedî re kar maye ye.

STUN: Ev peyva kurdî di nava trikî de bi awayê rojane tê bikaranîn, xasma jî di çapemeniyê de… Dema Kurd xanî ava dikin, ew kêranê ku jê re “pir” tê gotin, di nava xênî de didin binî da zexm be û banê xanî li ser xwe ragire. Herweha di rojname û kovaran de jî li ser rûpelan du yan sê şerîd nivîs ji jorê ber bi jêrê ve têne sazkirin re jî tê gotin. Ev peyv bi awayê ”sitûn” an jî ”stûn” tê nivîsandin. Hevwateya wê jî ”kutek” e.

loading...

HIZLI: Ev peyvika ku di trikî de tê bikaranîn, kurdiya wê XAZ e û bi wateya çûna lezgîn e. Lê belê tîpa ”x” ji ber ku di alfabeya tirkî de tune, wek ”h” bi kar anîne.

HURDA: Rastiya vê peyva hanê ya kurdî XURDE ye û bi wateya jihevdeketî ye. Atara ku hatiye serê peyvika HIZLIyê, hatiye serê vê jî.

Îcar eger mirov li malê xwe xwedîtî neke, helbet dê ew mal guraxwarî bibe.

HÊVÎDAR IM KU CIWANÊN KURD XWEDÎTÎ LI MALÊ XWE BIKIN Û PEYVÊN WISA DERXIN HOLÊ.

(Di komputera min de alfabeya tirkî nine, dibe kêmasî di hin bêjeyan de çêbûbe)

Stembol 20/06/2013
pencinar.z@gmail.com

loading...

Şîroveya Ewil Tu Bike

Bir Cevap Yazın