"Enter"a basıp içeriğe geçin

YILMAZ GUNEY Û ROMANEK WÎ… Lokman Polat

loading...

Yilmaz Guney ewladekî gelê kurd bû. Wî azadiya gelê kurd û rizgarîya Kurdistanê diparast. Welatparêzên kurd kar û xebata wî tim bi bîr tînin û qîmeteke didin berhemên wî. Yilmaz Guney bi mirineke zû ji cîhanê koç kir. Heger ev mêrina zû nebana, wî dê hêja gelek kar û xebatên hêja bikirana. Ji xwe wî xwe amade dikir ku fîlmeke serîhildana Şêx Seîdê nemir bikşîne, lê umrê wî têr nekir, nexweşiya malmîrat wî zû bire.

Tê bîra min, di dawiya salên 60î de û di destpêka salên 70yî de dema fîlmên wî di sînemayan de dilîst sînema tije temaşevan dibûn. Ji xwe di wan salan de ji bo zarokên kurd Yilmaz Guney lehengê sereke bû. Gelê kurd, zarokên kurd di fîlmên wî de dîmenek ji jiyana kurdayetiyê didîtin. Lehengên fîlman, fîgur û leyistikvanên fîlman bi kincên xwe, bi tevgera xwe, bi rabun û runiştinên xwe, yanê bi her awayî kurd bûn. Mijarên di fîlman de bûyerên ku di Kurdistanê de tîmî diqewimiyan, bûyerên ku di nav jiyana rojane de pêk dihatin, mijar û bûyerên rasteqîn yên kurdan di fîlman de dihatin qalkirin. Fîlma wî ya bi navê “Seyidxan” bi her awayê xwe kurd bû. Kurdbûn, çanda kurdî ji hemû qareyên fîlmê difuriya. Fîlma “Dijmin”, “Kerî”, “Rê” û gelek fîlmên wî yên din li gorê çanda  kurdî û rewşa civakî hatibûn pêkanîn.

Yilmaz Guney bi eslê xwe ji navçeya Siwerekê bû, lê li bajara Adanê mezin bûbû. Ew ji malbateke feqîr û kedkar bû. Wî jî wek gelek zarokên kurdan di piçûkahiya xwe de feqîrî û belangazî kişand. Di dema xwendina dibîstanê de ew li dij neheqiyê, li dij zilm û zorê derket. Di salên 60î de ji bo ku di kovar û rojnameyan de nivîsên şoreşgeriyê û pêşverûtiyê nivîsî, ji ber wan nivîsên xwe hate girtin. Di salên 70yî de jî çend car hate girtin û kete zîndanê. Dawî jî provakasyoneke hanîn serê wî û kuştina hakimekî kirin stuyê wî. Yilmaz Guney 12 salên jiyana xwe di hefs û zîndanan de derbas kir. Paşê ji hepisê reviya û çû li Fransayê bi cih û war bû.

Yilmaz Guney hem lîstikvanekî profesyonel yê sînemayê bû û hem jî pirtûkên edebî û senaryo dinivîsand. Ew rewşenbîrekî rasteqîn, nivîskarekî gelêrî û civakî bû. Hunera wî di emrê gel de, di xizmeta gel de bû, ji bo gel bû. Di berhemên wî yên edebî de û di fîlmên wî de pirs û pirsgirekên gelêrî û guhertinên civakî hebû. Wî ji bo pêşveçûnê û guhertina civakê têkoşîneke bêhempa diweşandin. Di guhertinên civakî de û di pêşveçûnên siyasî de bandora wî ya li ser civakê gelek hebû. Wî bi fîlma xwe ya bi navê “Umut – Hêvî” di sînemavaniyê de rûpelek nû vekir. Ji bo vê fîlma xwe ya hêja wî gelek xelat -xelatên serketinê- girt e.

Yilmaz Guney di 9ê meha îlona 1984an de wefat kir, çû ser heqiya xwe. Wî wesîyeta xwe kiribû ku cenazeyê wî ji alî Enstîtuya Kurd Li Parîsê ve bê rakirin û definkirin. Ji xwe ew yek ji wan damezrevanên Enstîtuya kurdî bû. Enstîtuya kurdî jî bi karekî bi rûmet turena cenazeyê wî çêkir û bi beşdarbûna hezaran kurdên welatparêz û tirkên pêşverû û şoreşger wî di qabrîstana “Pere La Chaise” de defin kirin. Ev qabrîstan cihê mezelên şehîdên şoreşa Komunê ye. Mezelê helbestvanê navdar Aragon jî li vê qebrîstanê ye.

Min dema kovara kulturî û lîteraturî, kovara Helwest’ê diweşand, min li ser pirtûka Yilmaz Guney ya bi navê “Bi Stuxwarî Mirin” nivîseke danasînê nivîsand û min wê nivîsê di kovara Helwest hejmara 8an de weşand. Ew hejmar dibe ku nekeve destê gelek xwendevanan. Ji bo wê jî û ji bo bîranîna hêja Yilmaz Guney ez wê nivîsa xwe ya danasînê li jêr pêşkêşê xwendevanên kurd dikim.

BI STUXWARÎ MIRIN

Yilmaz Guney ne tenê lîstikvanê sînemayê bû. Ew di gel vê hunermendiya xwe ya sînemayê, nivîskarekî jîr bû. Wî gelek pirtûk nivîsiye û kovar weşandiye. Pirtûkên wî yên edebî û siyasî ne. Kovara ku derdixist jî kovara çandî, edebî û siyasî bû.

Yilmaz Guney di salên 1970’yî de bi navê “Boynu Bökük Öldüler – Bi Stuxwarî Mirin” romanek nivîsî û weşand. Wî vê romanê di hefsê de nivîsand. Piştî weşandina vê romanê, di pêşbaziya leca xelata Orhan Kemal de bû yekemîn û xelata edebî ya Orhan Kemal girt.

Yilmaz Guney di vê romanê de rastiya gundiyan û gundîtiyê qal dike. Ew wan baş dinase û li gorî jiyana rasteqînî û rastiya cîvakê wan di nav romanê de dihone û bi zimanekî edebî qala wan dike.

Gelek roman bi jiyana mirovan, bi jîndariya wan tên dagirtin. Bi bûyerên jîndarî tên hunandin. Yilmaz Guney di vê romanê de cîhana hundirî a mirovên ku qala wan dike baş dide der. Xelîl leşkeriya xwe diqedîne – tezkere distîne- û vedigere gundê xwe. Dostê wî yê kalepîr Alî Osman jê re behsa gelek tiştan dike. Kamber ji bo vegera Xelîl dîk û mirîşk şerjê dike, ziyafet dide.

loading...

Yilmaz Guney di vê romanê de dide xuyakirin ku; di gundan de hişyarî, şiyarbûnî, zanebûnî gelek zehmet e. Xelîl bi Axa ve gelek girêdayî ye. Her tiştên wî bi cîh tîne, her tim wek wî dike. Axa jê re çi bibêje di cîh de tîne cîh. Xelîl dibêje “yên ku Axa nasneke, xwedê jî nas nake.” Lê, di nav pêvajoya jiyanê de Xelîl rastiya Axa dinase, gelek tişt fêr dibe û baweriya wî pê tê şikandin.

Yilmaz Guney di vê romanê de qala serpêhatiyên gelek gundiyan dike. Rewşa gundê “Yenîce” radixe ber çavan, rewşa gundiyan di hêla aborî, civakî û mirovahiyê de çawan e, behs dike. Ew gelek baş û bi zimanek edebî trajediya Çaqal Osman, jiyana bi êş ya Alî Osman, evîna Xelîl û Emîneyê, jiyana kar û xebata gundiyan, têkiliyên malbatiyê qal dike. Yilmaz Guney lehengê romanê -Xelîl- bi metodên nûh dide qalkirin û bi teknîka romanê ya bi serketî romanê dihone, herîkbar dike.

Yilmaz Guney di vê romanê de pişkavtina gundîtiyê û pêşveçûna bajarvaniyê jî bi hostatî li hev dihone û şarîstaniyê derdixe pêş. Romana “Bi Stuxwarî Mirin” romaneke  bi serketiye, romanek realîst e. Bi zewq tê xwendin. Ev roman jı alî wergêr Serdar Roşan ve li kurdî hatiye wergerandin û di nêzde dê bi kurdî bê weşandin.

Hûn dikarin nivîsê lînkên li jêr daxin.

GOOGLE DRIVE

MEGA

CLOUD MAIL

 

loading...

Şîroveya Ewil Tu Bike

Bir Cevap Yazın