"Enter"a basıp içeriğe geçin

EDEBIYAT Û TIYATRO… Lokman Polat

loading...

Min berê pir hindik berhemên şanoyî dixwend. Min herî pir roman, kurteçîrok û helbest dixwend. Di van demên dawîn de min dest pê kir yek li pey yekê gelek berhemên şanoyî xwend. Di dema xwendina pirtûkên tiyatroyî de tiştek bala min kişand, fikrek hate heşê min; gelo çima berhemên şanoyî li gorê pirtûkên helbest, kurteçîrok û romanan ewqas hindikin? Ev deh, panzdeh salên dawîn nivîskarên kurd bi dehan roman, bi sedan pirtûkên kurteçîrok, helbest û lêkolînî weşandin, gelo çima yek berhemeke şanoyî nehate weşandin? Min di Înternetê de lîsteya pirtûkên weşanxaneyên Tirkan mêze kir, di nav deh hezar pirtûkên ku ji alî bi sedan weşanxaeyên Tirkan weşandibûn de pênce pirtûkên şanoyî tunebû. Min li lîsteya sala dawîn yên weşanxaneyên Swêdîyan mêze kir, bi hezaran pirtûk weşandibûn, lê çil heb pirtûkên şanoyî tunebûn. Gelo çima? Ez li ser vê gelek fikiriyam û gihîştim vê encamê; berhemên şanoyî afirandin gelek zehmete.

Loma jî min di hevpeyvîneke ku bi min re hatibû kirin de got : “Min pêşî dest pê kir kurteçîrok nivîsî, paşê roman, niha jî di xeyala min de heye ku ez şanoyek –tiyatir- binivîsîm. Lê ji bo nivîsîna şanoyê ez bi tirs im, gelo ez dê karibim binivîsim, gelo ez dê bi ser bikevim? Di dilê min de ev guman hene. Dema ez şanoyek binivîsim û bi serbikevim, wê demê ji min bextiyartir kesek tune. Ez niha bi xeyala nivîsîna şanoyê radizim û radibim, min hêj cesaret nekiriye ku ez dest pê bikim. Min hêj yek rêzek jî nenivîsiye. ” Şano şaxekî edebiyatê ye. Lê xisûsiyeta wê ji şaxên edebî yên din cudatir e. Berhemên şanoyî, anku tiyatro, ne tenê ji bo xwendinê ye, ji bo leyistinê ye jî. Berhemên edebî, roman, çîrok, helbest dema ji alî xwendevanan ve bê xwendin fonksîyona xwe tîne cîh. Weşandin û xwendina van berheman hevûdu temam dike. Lê berhemên tiyatroyê ne tenê ji bo xwendinê ye, di esasê xwe de ji bo leyistika jîndariyê pêwîste. Weşandin û xwendina berhemên şanoyî heger bi leyistikê ve temam bibe, yanê di sehneyê de bê leyistin wê demê fonksîyona xwe tîne cîh. Û bi vê şêweyî nivîskar digişe armanca xwe.

Di nivîskariya berhemên şanoyî de zanîstiya teknîkê pêwîste û gelek girîng e. Pêkanîna malzemeyên dramatîk karekî westatî dixwaze. Nivîskarekî heger van tiştan bizanibe dikare berhemeke şanoyî biafrîne, lê heger nizanibe, afirandina berhemeke şanoyî gelek zehmete. Ji bo afirandina berhemên şanoyî, zanîn, teknîk, perwerdekirin, asoyeke fireh, fikrandina mijara berhemê, zanîna bihevûdu girêdana di nav sehneyan de û hwd, gelek tişt pêwîste.

Ferqîyeta berhemên şanoyî ji roman û çîrokan yek jê jî eve ku; roman û çîrok bi sedsalan têne jiyandin, têne berdewamkirin lê nayên guhertin, naveroka wan her wek xwe dimîne. Berhemên şanoyî weha nînin, ji xwe dewlemendiya berhemên şanoyî ji yên din eve ku; berhemên şanoyî li gor demê, li gor pêvajoya dîrokî têne guhertin, ji nû ve têne şîrovekirin. Dema di ser berhemeke şanoyî de bi sedsalan dem derbas bibe, li gorê dema nû, li gorê rewşa civakî û aborî ya nû, ew berhem ji nû ve tê şîrovekirin û ji bo leyistika sehneyê ji nû ve tê amadekirin. Heta hinek berhemên şanoyî hene ku gelek wersîyonên wan tên afirandin.

Tiyatro wekî fabrîqeyek, çawan ku însan û hacetên -makîneyên- fabrîqeyê hevûdu temam dikin û hilberîn dikin, di tiyatroyê de jî, nivîskar, leyistikvan, amadekarên sehneyê û qadirên teknîkî bi hevre çalakîyê pêk tînin. Serketina berhemên şanoyî eve ku, bi zindî, jîndarî ji temaşevanan re tê pêşkêşkirin û li ser wan tesîr dike. Tesîra tiyatroyê ya li ser însanan ji tesîra fîlman zêdetire.

Di afirandina berhemên şanoyî de mijar gelek girîng  e. Axaftinên dûrûdirêj na, axaftinên kin, lê peyvên bi mane dikare gelek tişt bide temaşevanan. Helbet divê axaftinên bên kirin li gorê mijarê, li gorê temaya leyistika şanoyî reng bigre. Di berhemên şanoyî de atmosfereke hunerî, aksîyon, sîmge û motîfên cuda hebin, berhemê hîn dewlemendtir dike. Rewşa civakî, şexsiyeta karekteran ya psîkolojîk, sosyolojîk, bi şêweyekê vekirî bê pêşkêşkirin hîn baştir dibe.

bernamegeh
Drama bi rewş û şexsiyeta însanan ve, bi hareket û têkiliyê însanan ve girêdayîye. Bê însan drama çênabe. Bûyerên ku di nav însanan de diqewimin dibin sedemên rewşên dramatîk. Di bûyerên dramatîk de nakokî, dijberîya di nav însanan de, xirabî, neheqî, li hember hevûdu têkoşerî pêwîste. Ji xwe tiyatro hunera ku nakokî û dijberîyan di nav xwe de hemêz dike ye. Yê ku rengê estetîkî dide pê jî ev tiştin.

Nivîsîna berhemeke şanoyî bi serê xwe têr nake. Divê ew berhem bê leyistin û ji bo leyistinê jî divê leyistikvan, dekor, kostim-cilûlîbas-rejîsor, muzîk, makyaj, serkar, anku dîrektorê leyistikê jî hebe. Daxwaza nivîskarê berhemê yek jê jî eve ku; bi vê riyê, bi riya leyistika sehneyê mijara berhema xwe û mesajên ku dixwaze bide gel, bi vê riyê bigihîjîne gel.

Hûn dikarin nivîsê li lînkên jêr daxin.

CLOUD MAIL

GOOGLE DRIVE

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Şîroveya Ewil Tu Bike

Bir Cevap Yazın