"Enter"a basıp içeriğe geçin

Dengbêj Mahmud Kızıl Hayat Hikayesi… Jiyana Dengbêj Mehmûd Qizil

MAHMUD KIZIL (1939-2018)
Mehmûd Qizil (Mahmut Kızıl) 1939 yılında Diyarbekir’de dünyaya gelir. 1965 yılında profesyonel anlamda dengbêjlik çalışmalarına başlamış ve aynı yıl 45’lik bir plak çıkartmıştır. 1974 yılına kadar aralıksız ve profesyonelce çalışmalarını yürüten Mehmûd Qizil, 10 yıllık süre zarfında 53 adet 45’lik plak ile dinleyicilerine ulaşma başarısı göstermiştir. Öte yandan Mehmûd Qizil, Türkiye Kürdistan’ında ilk Kürtçe plak yapan kişi ünvanına sahip dengbêjdir. Öyle ki kendi söylemine göre, Eyşe Şan kendisinden ancak bir sene sonra plak çıkarabilmiştir. Açıklamak istemediği bazı sebeplerden dolayı 1974 yılında dengbêjliği bırakır. Kılam ve stranlara karşı olan küskünlüğü 1999 yılına kadar sürer! 25 yıl sonra yani 1999 yılında tekrar dengbêj ezgilerine döner ve ‘Ax Ciwaniyê’ (Ah Gençlik) isimli dengbêj albümü ile dinleyicilerine tekrar ‘merhaba’ der. Diyarbekir dengbêjliğinde bir ‘ekol’ olan Qizil, kılam ve söylemlerinde keder, aşk ve ülke özleminin yanısıra, güçlü bir muhalefet de görülür. Söze konu olan muhalefet sadece 1000 yıllık ülke özlemi karşılığı dile getirilen muhalefet değil, aynı zamanda bölgenin bey, şeyh ve ağalarına karşı verilen bir muhalefettir de. ‘Cembeliyo’, ‘Lidero’i, ‘Wekîlên Me’, ‘Embargoya Heywanan’, ‘Îbo Begê Pasûrî’ söylediği muhteşem kılamlardan sadece birkaçıdır. Uzun bir süre Diyarbekir Belediyesi bünyesinde faaliyet yürüten Kültür Müdürlüğü bünyesinde faaliyet yürüten usta dengbêj, çoğu zamanlar ulusal ve bölgesel Kürt televizyonlarında boy gösterdi.

loading...

Kürt kültürünün önemli simalarından olan ünlü dengbêj Mahmut Kızıl, uzun süredir tedavi gördüğü amansız hastalığa yenik düşerek  20018 yılının Ocak ayında hayatını kaybetti. 79 yaşındaki Kızıl’ın vefatı memleketi Diyarbakır’da ve Kürt sanat camiasında üzüntü yarattı.

Mehmûd Qizil (Mahmut Kızıl) dengbêjekî kurd e.

Qizil di sala 1939’an de li Diyarbekirê hatiye dinê û vê gavê jî jiyana xwe li wê derê didomîne. Li gorî ku ew dibêje, di sala 1965’an de bi awayekî profesyonelî, ji bo dengbêjiyê dest bi xebatê kiriye û di heman salê de plaq ango sêlika xwe ya 45’î derxistiye. Dengbêj Qizil, heta sala 1974’an bi rêk û pêk karê xwe yê dengbêjiyê domandiye û heta wê mêjûyê 53 heb sêlikên 45’î derxistiye. Li hêla din şayanî gotinê ye ku Mehmûd Qizil, li bakurê welêt yekem kes e ku plaqa bi kurdî çêkiriye. Dîsa li gorî gotina wî, Eyşana Elî (Eyşe Şan) ya dengzêrîn, piştî wî bi salekê plaqa xwe derxistiye.

Ew, ji sala 1974’an heta 1999’an ji ber hin sedemên ku naxwaze vebêje, dest ji kar û barê dengbêjiyê berdide. Qizil, di dawiya sala 1999’an de, ‘rojiya xwe! ya strandinê dişikîne û bi navê “Ax Ciwaniyê” kaseteke nû derdixe.

Mehmûd Qizil, di dengbêjiya Diyarbekirê de bi serê xwe ekolek e. Di nav kilam û gotinên Mehmûd Qizil de ligel xemgînî, evîndarî û hesreta welêt; dijberî ango muxalefeteke xurt jî tê dîtin. Ev muxalefet û dijberî, ne bi tenê ji bo bindestiya hezar salan e; her wiha wî her daîm tîrên xwe arasteyî beg, şêx û axayên herêmê ku xwîna gel mijandine, kiriye. Tu car nebûye stûxwar û bendewarê van mijokan. Jixwe cudatiya di navbera Mehmûd Qizil û dengbêjên herêmê de jî ev e.

Her wiha şayanê gotinê ye ku kilama “Lîdero” ku ji devê Mehmûd Qizil belav bûye, bi taybetî li herêma Diyarbekir û Xerzan di nava gel de bûye benişt û geriyaye. Wekî tê zanîn kilama “Lîdero” piştî mirina parlamenter û Wezîrê Tendirûstiyê Dr. Yusuf Azîzoglu ji hêla vî dengbêjê dengxweş ve hatiye çêkirin û gotin.

Çavkanî

(Ji gotareke Salihê Kevirbirî ku di pirtûka wi ya bi navê “Gera Pênûsê”, Wesanên Sî 2003 Stenbol hatiye wesandin de hatiye wergirtin)

 

 

loading...

Şîroveya Ewil Tu Bike

Bir Cevap Yazın