"Enter"a basıp içeriğe geçin

Mem û Zîn filmini izle… Fîlmê Mem û Zîn temaşe bike

Ünlü Kürt edib Ehmedê Xanî’nîn eserinden alınan film, mistik görünümleriyle bilinen Mardin, Midyat, Nusaybin, Hasankeyf ve Cizre’de çekilmiş. Yüzlerce yıl önce Botan’da Zeyniddin Bey adında bir hükümdar vardı ve bu güçlü Botan Beyi’nin iki güzelliği dillere destan kızkardeşi vardı: Zin ve Siti. Hükümdarın kızkardeşleri katıldıkları bir Nevroz şenliğinde, aynı şekilde bu şenliğe katılan iki genç erkeğe aşık oldular. Bu gençler yörede tanınan ve saygı gören iki delikanlıydı: Mem ve Tajdin. Bu gençlerde hükümdarın kızkardeşlerine ilk görüşte aşık olmuşlardı. Önce Tajdin sevgilisi Siti ile evlenebilmek için Bey’den izin ister. Gençleri takdir eden Bey bu evliliği onaylar. Tajdin ve Siti büyük bir törenle evlenirler. Mem ile Zin’in evlenmelerine sıra geldiğinde, Botan hükümdarı Zeyniddin Be y’in veziri şeytan Beko hükümdarı Mem ve Tajdin’e karşı kışkırtır. Vezir, Mem ile Zin’in evlenmeleriyle birlikte gençlerin Bey’in hükümdarlığını çökerterek elinden alacakları konusunda Zeyniddin Bey’i ikna eder. Bu duruma öfkelenen Bey, ölse de Mem ile Zin’in evliliğinin gerçekleşmeyeceği üzerine yemin eder. Mem ile Zin’in aşkı her yerde duyulur. Vezir Beko, şeytani işlerini sürdürür ve genç aşıkların gizlice buluşmalarını takip ettirerek Zeyniddin Bey’e bildirir. Bunun üzerine Bey Mem’i tutuklattırır .

loading...

YEK PART- KURDÎ

 

YEK PART- TIRKÎ

Mem û Zîn an jî Memozîn pirtûka herî girîng ya Ehmedê Xanî ye. Tê de evîna mezin nav Mem û Zîn tê îfadekirin.

Destana kurd ya neteweyî “Mem û Zîn”, bi sedsalan di nav gelê kurd de bi devkî û bi destnivîskî jiyaye. Paşê gelek caran hatiye çapkirin. Cara pêşîn di sala 1919an de li Stembolê; paşê di sala 1947an de li Helebê, 1954 li Hewlêrê, 1957 li Şamê, 1960 li Bexdayê, 1962 li Moskowê, 1968 li Stembolê, 1988 li Ûrmiyeyê û di 1995an de li Swêdê li bajarê Uppsalayê û Şamê, û di sala 2006an de jî li Dihokê hatiye çapkirin.

“Mem û Zîn”, bi tîpên latînî cara pêşîn di sala 1968an de, ji aliyê M. Emîn Bozarslan ve li Stembolê hat çapkirin. Mamoste Bozarslan, bi munasebeta 300 saliya Mem û Zînê, ew bi tîpên latînî û bi şîrovekirineke hêja di sala 1995an de ji nû ve çap kir. Ev çap ji metnê orijînal û ji wergera kurdiya xwerû pêk hatiye.

Wezareta Çandî û Turîzmê ya Komara Tirkiyeyê berhema Ehmedê Xanî ya bi navê “Mem û Zîn” di sala 2010an de da weşandin. Di pirtûkê de, rûpelekî de nivîsa orjînal ya ku bi tîpên erebî ne heye û di rûpela din de beramberê wê bi tîpên latînî bi tirkî û kurdî heye. Ji vê pirtûkê 2.500 heb hate çapkirin. Ji van pirtûkan hinek wê li pirtûkxana bên belavkirin û hinek jî wê bên firotin. Ev cara yekemîn e ku wezareteke Komara Tirkiyeyê pirtûkekî bi zimanê kurdî amade dike û dide weşandin.

Her weha nivîskarê kurd Jan Dost jî bi eynî munasebetê ev berhema hêja wergerande ser zimanê erebî û bi şîroveyeke berfireh, ku ew sê caran li paytexta Sûriyê Şam û li Beyrûtê û li Dihokê jî hate çapkirin. Dîsa Jan Dost sala 2007an Mem û Zîn bi kurdiya îro û bi kêş û qafiye nivîsî û tefsîreke berfireh bi kurmancî jê re danî.

Kurdzanekî fransî Roger Lescot 25 sala zêdetir li Kurdistan dijiya seva zimanê kurdî rind hîm be û destanên û mitolojiyên kurd nas bike. Lescot dengbêjan digerand ji bo Destana Memê Alan (di pirtûkekê) tijî ke.

Çavkanî

  1.  M. Emin Bozarslan (1995/2005). Mem û Zîn. Ehmedê Xanî. Weşanên Deng, Swêd/Stembol. Jan Dost (2010). Ehmedê Xanî. Mem û Zîn. Weşanên Avesta, Stembol.
  2.  http://tirej.name/pirtukxane/10.pdf (li ser rûpela 11em, ji pirtûka “Mem-o-zin”)

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Şîroveya Ewil Tu Bike

Bir Cevap Yazın