"Enter"a basıp içeriğe geçin

Xapandin û poşmanî … Pêkenok- qerf

Yekî aşîtî çêlekeke wî ya pir xerab, diranketî û ziîf hebû, zabû û tenê kîlok şîr dida. Xwediyê wê jê aciz bû û xwest wê bifroşe. Cîranê wî şîret lê kir û jê re got: “Ger tu bixwazî pereyine baş ji bo wê bistînî, divê tu wê bidî delalekî xerbî, ji ber xerbî dizanin tiştan xweş bikin.” Mêrik rahişt çêleka xwe û çû Qamişloyê cem delalekî xerbî. Yê delal pirsa eybên çêlekê kir. Xwedî got: “Hema giş eyb in: Ne şîr dide, ne diran mane û hestiyê wê derketine.” Yê delal jê re got: “Baş e. Rûnê û îşê te ji tiştekî tune.”Xwediyê çêlekê li ber dîwar rûnişt û destê xwe xist ber çena xwe û ji xwe re dinerî, bê yê delal dê çi bike. Yê delal bi dengekî bilind bang kir: “Werin çêleka baş, a malan; rojê sî kîlo şîr ji min bixwazin. Lê nenerin ku ziîf e; Avis e, lê hingî dirêj e, ev yek lê nexuyaye. Diranên wê bi pensan nayên rakirin. Çêlek ev çêlek in. Xelk pesnê yên holandî û danmarkî didin, lê ev giş li ber vê çêleka me netiştek in. Çêlekên wilo hîn çênebûne.” Delalî bala xelkê kişand û ew li dor xwe civandin. Pi#351;tî pesindana delalî, xwediyê çêlekê ket wê baweriyê ku gotinên wî rast in. Ew rabû ser xwe û ji yê delal re got: “Ji te 500 wereqe delaliya te û ez nema çêleka xwe difroşim.”
loading...

Şîroveya Ewil Tu Bike

Bir Cevap Yazın