"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana dengbêj Cemîlê Horo

Cemîl Horo (z. 10’ê adarê, 1934 Serîncek, Efrîn – m. 19’ê rezberê, 1989) dengbêjekî kurd e.

loading...

Hunermendê navdar Cemîl Reşîd Horo sala 1934an li gundê Serîncekê yê ser bi navçeya Bilbilê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye .

Ji biçûkaniya xwe de mereqa wî ser strana û kelaman hebû, hêdî hêdî ew mereq pêre mezin bû, û bû wek stûnek ji stûnên hunermendên Çiyayê Kurmênc, herwiha li ser asta çar parçeyên Kurdistanê dengê wî yê çiyayî belavbû .

Cemîl Horo sê caran jiyana hevjîniyê pêk aniye û ji ber berpirsiyaretiya malbatî neçar bû karekî din di ber karê xwe yê hunerî re bike û tevî rewşa wî ya tendirustî karê dartiraşiyê dikir û piştre kaftîriyek li taxa Şêx Meqsûda Helebê bi navê Qehweya Cemîl Horo vekir û weke roja îro ew qehwe li Şêx Meqsûd navdar e .

Hunermend Cemîl Horo rastî gelek astengiyan di jiyana xwe de hatiye nexasim sala 1973an sala terorkirina kurê wî yê bi navê Henan ê 3 salî ku tê gomankirin ku bi destê Partiya Şiyû,î li Efrînê hatibe pêkanîn û gelek bandora nerînî li ser wî kir .

Hunermendê mezin yek ji endamê Partiya Demokrata Kurditan Sûriya bû û di nav partî de karê xwe yê siyasî berdewam dikir û ji ber wê yekê gelek caran rastî girtin û lêdanê hat, û di dema deshelatariya Hikûmeta Sûriyê û Misrê 1958an de sizeya 80ê rojî di zindanê de derbas kir bi tenê ji ber ku agirê Newrozê li ser çiyayê Efrînê bi sê hevalên xwe re hilkirin û dadan .
Û piştî ji zindanê derket, yekser ji bo nexweşxaneya Elrazî ya Helebê hate veguhestin lê piştî ku pizîşkên nexweşxaneyê zanîn ku kurde ew derman nekirin û li mala pizîşkekî kurd hate çareserkirin .

Û ji ber astengiyên berdewam neçar bû berê xwe bide derveyî Efrînê û li Turkiyê demekê jiyan derbas kir û piştre berê xwe da Herêma Kurdistanê û li bajarê Zaxo bi cî bû, û demeke baş li cem pêşmerge Îsa Siwar ma. Û li wê derê hestên wî yên netewî û hezir û raman li ser rêbaza Barzaniyê nemir bi hêz û zêde û mezin bû, û bi taybet piştî ku nemir Mela Mustefa Barzanî li sala 1958an vegeriya Kurdistanê .

Sala 1970î de rêkefta aşîtiyî di navbera kurdan û hikûmeta Îraqê de çê bû, çareke din vegeriya Kurdistana Sûriyê û kar û xebata xwe ya hunerî berdewam kir .

Despêka jiyana wî ya hunerî bi beşdarbûna li aheng û boneyan dest pê kir û di sala 1965an de yekem kasêta xwe tomar kir û gelek stran têde gotin wek Memê Alan , Eyşa Îbê , Cebelî , Lo Bavo , Xemê Zalim .
Herwiha gelek stran di dema li turkiyê bi hunermenda Kurd ya Bakûrê Kurdistanê Eyşe Şan re tomar kirin û Sazvanê navdar Arif sax ji wan re lê dide û ji stranên li turkiyê hatine tomar kirin wek Bedew Salih beg Teyar Axa .

Û li qonaxa siyem gelek stranên netewî gotin û bi taybet li ser serok û serkirdeyên Şoreşa Kurdî mîna Barzaniyê nemir , Leyla Qasim , Şêx Seîd , Keça Kurdan Newroz , Pêşmergeyê Kurd û çend stranên din yê netewî û şoreşgerî .

Cemîl Horo di gelek festîval û ahengên Newrozê de beşdar bûye ku di sala 1972an ahinga newrozê li gel Arif Cezîrî û Seîd Yûsif li sînameya Rêvûlî li Lubnanê beşdar bû .

Herwiha li Newrozeke Qamişlo li gel tîma xwe ya dîlanê tîma Efrînê beşdar bû û stran bi Mehmûd Ezîz û Seîd Yûsif re gotin û Newroz xemilandin .

Hunermendê welatparêz stranên xwe yên kiltorî û yên netewî nivîsgeha sitranên kurdî dewlemend û zêde kir û niha weke sunbilê Kurdistan Sûriyê di sitranên kiltorî û netewî û vejandina wê de tê naskirin .

Di 19/9/1989an di nexweşxaneya Ibin Elreşid koça xwe ya dawî kir û di 20/9an li mezara Henan li Efrînê li cem nemir Nûrî Dêrsimî di xak hat sipartin .

Çavkanî: arknews.net

loading...
loading...

Bir Cevap Yazın