"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana dengbêj Efoyê Esed

Efoyê Esedê Sefo yan jî bi kurtî Efoyê Esed (z. 1927 − m. 1999), dengbêjekî navdar ê kurd ê Ermenistanê bû ku di 1ê kanûna mezin a 1927an de li gundê kurdên êzdiyan Heko yê navçeya Talînê, li Ermenistanê, hatiye ser dinyayê.

loading...

Dengbêj di navbera salên 1958 û 1960î de li Radyoya Êrîvanê bû mêvan û zêdeyî 15 kilamên wî hatin tomarkirin. Stranên wî îro jî li dengxaneya Radyoyê Êrîvanê tên parastin. Efoyê Esed gelek stranên govendê, bengîtiyê û mêraniyê dizanibû û ligel dengekî şîrîn stran digotin.

Çend kilamên wî yên navdar

  • Berîvanê
  • Şîrîn Şêxê
  • Dotman
  • Ahmedo Ronî
  • Tu dîn î
  • Were lo, lo
  • Dayê Merûmê

Efoyê Esed salên dawî yên jiyana xwe li Rûsyayê derbaz kirin û di 29ê kanûna mezin a 1999an de çû ber dilovaniya Xwedê. Ew li nav mexberên êzdiyan li gundê Bezopasno yê navçeya Trunovskê (Stavrapol, Rûsya) hate veşartin.

loading...

Şîroveya Ewil Tu Bike

Bir Cevap Yazın