"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana dengbêj Fadilê Kufrawî

Fadilê Kufrawî, dengbêjekî kurd e.

loading...

Fadilê Kufrawî ji eşîra Îzolî ye. Eşîra wan di sala 1810-20’an de ji Meledîyê diçe gundê Kufragê ya ku naha girêdayî Şemrexa Mêrdînê ye. Lê ji ber çi koçbar dikin nayê zanîn. Dû bira û xwîşkek Fadil heye. Di 1948’ê de hatiye dinê û hîn sax e. Di 40 rojiya xwe de çavên xwe wûnda dike û hîn kor e. Di 18-20’an saliya xwe de xwîşka xwe ji xwe rê dike berdêlî û dizewîce. Ji xeynî keç û lawekî ku wûnda kiriye, naha bavê 4 law û 3 keçan e. Her 3 keç û 2 lawê xwe zewicandiye. Di 1993’yê de ji Kufragê koçbar dike û diçe Qoserê û naha jî li Qoserê dijî. Di 13 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike, di 15 saliya xwe de fêhm dike ku kor e û hîna jî dengbêjiyê didomîne. Gundê Kufragê di navbera Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê de ye û gund ji her du navçeyan zêde ne dûr e. Debar û pîşeya çîrokbêj 200 elb erd û rez e. Xwendin û nivîsandina wî tune ye.

Çavkaniyên ku wî, berhem jê girtine: Hesenê Cêzwê, Etmanê Kufragî, Dawidê Gir, Fehmiyê Elê (Fehmiyê Borbore), Osmanê Qanêhevsê, Hemîdê Huseynê Mazidaxî, Evdilayê Şêxoyê Ziznî, Ehmedê Sebriyê Sêwsê.

loading...

Şîroveya Ewil Tu Bike

Bir Cevap Yazın