"Enter"a basıp içeriğe geçin

Destana Rûstemê Zal

Rûstemê Zal, navê destanaka kevn ye fars ku ji aliyê zanistê ku bi eslê xwe fars e Firdewsî ve hatiye nivîsandin. Rûstemê Zal, destaneke kurd ku kengî û di kîjen demê de bûye ne kifş e. Lê destanake pir kevn e. Ji aliyê çandî, hizrî û kevneşopî ve pir binix e. Weke destana Rûstemê zal, hê gelek destanên kurd yên aliyên wan yên mîtolojîkî pir mazin li pêş in hene. Firdewsî, deme ku destena Rûstemê Zal ku dinivîsêne, dibêje ku ew kurd bû. Di destanê de,weke ku tê gotin Rûstem kurê Zal e. Lê hê ku biçûk in, Rûstem ji bavê diveqatihe. Zal bixwe ji, mirovekê ku mêr û şervanekî pir mazin ê bi nav û deng e. Rûstem ji, ku mazin dibe, dibe weke bavê xwe, mêr û şervanekî mazin. Ew ji, wisa tê naskirin ku ti mêr nikarin pişta wî li erdê xin. Rûstem ji, ku digihe dema ciwaniya, heya hingî, bi gelek kes û mêrên mêr re dikeve şer û pevçûnan de, hemûkan ji têk dibe. Lê piştre di dawiyê de, bi bavê xwe re dikeve şer de. Sê şev û sê rojan bi hev re şer dikin, lê yek nikarê yê din têk bibe. Di dawiyê de, bi şûran li hev dixin, şûrên herdûkan dişikihê. Lê bavê wî xencereke biçûk heye. Û piştre wê ji berxwe derdixe û bikar tîne. Lê di dawiyê de, yeke ku zane ku ew kur û bav in, tê cem wan û bi dengekî mazin dibêje ku ew bav û kurên hevdû ne. Piştre hevdû nas dikin. Destana Rûstemê zal, divêt ku ji aliyê çandî, felsefî, dîrokî û kevneşopî ve were fahmkirin û naskirin. Bi vê yekê, divêt ku hê were ser ziman.

loading...
loading...

Bir Cevap Yazın