"Enter"a basıp içeriğe geçin

Mîtanî: Dewleteke kevn ya Kurdan

Mîtanî, anku dewleta Mîtanî yan Xanîgalbat, li gorî dîrokvan Spayizerî, Mîtanî beşek ji sobariyan in. Sobarî jî beşek ji gelên arî û kalikên Kurdan in. Angorî rojhilatnas Gens, navê Mîtanî ji bo xanedanên dewletê hatiye bikaranîn, qewmekî sobarî bûne û navê welatê wan Xanîgalbat bûye. Beşek ji dewleta Mîtanî li Kurdistana îroyîn e.

loading...

Navê welatê “Mîtanî”

Bi nivîsa kîtîtiyan KUR URUMî-ta-an-nî / Mî-ît-ta-nî. Li ser kevirên Asûriyan em dibînin peyvên Xanîgalbat / Hanigalbat, bi nivîsa mixan Ḫa-ni-gal-bat.

Dîrok

Di sedsala 16an a berî zayînê de, hikûmeteka pir xurt û capuk avakir. Paytexta wan bajarê Wassognê bûye. Suriye, Emûriye, welatên Aşûrî û Kurdistan, heta herêma Kerkûkê hemî di bin hukmê wan da bune. Dewleta wan yek ji dewletên mezin û rûmetdar yên wê demê (Misir, Haysi, Qasi, Mitani) bûye. zimanê wan xweser bûye. Ew hukumet li beranberî êrîşen Aşûriyan ducaran ma û hindek ji axa xwe winda kir. Keyê Aşûrî, Aşûr Nesir Pal, dûmahi bi desthilata wan anî.

Mîtaniyan gelek salan fermanrewatî kirine. Mîtaniyan ji bo cara yekê di dîrokê da, maadena asinî vedîtîye û bi kar anîye. Aşûrî parçeyek biçûk ji împratoriya Mîtanî bûn, lê ji ber hêrîshên ji hemî layan şikestin. Aşûriyan û Hittiyan dest li ser wan navçeyan dane. Heft êlên Mîtaniyan hebûn û ji êlên wan re digotin “MIL” an jî “MILAN”.

Dawiya welatê Mîtaniyan

Împeratora Asûriyan şer û ceng kirr bi welatê Mîtaniyan; û piştî xirab kirina axan Mîtanî, Asûriyan çûn li bakurê Mezopotamya ji bo şer kirina bi Hîtîtên.

Erdnîgar

Paytexta Mîtanî Waşşûkanî bû, bi kurdiya îroyîn “Xweşik-kanî” ye. Peyva Waşşûkanî dide navê bajarê kurd Sîkan. Cihê bajarê kevnar a Waşşûkanî bajarên kurd Serê Kaniyê, Hesîçe û Serê Kaniyê, Riha ne.

Çavkanî

  1.  Mihemed Emîn Zekî Beg (2002). Dîroka Kurd û Kurdistanê. Avesta.
loading...

Şîroveya Ewil Tu Bike

Bir Cevap Yazın