"Enter"a basıp içeriğe geçin

Girarên Kurdan

9 cure girar me peyda kir kerem bikin.

loading...
  • Girara bi xêlî
  • Girara frîgê
  • Girara kardiyê
  • Girara meyxaneyê
  • Girara pimparê
  • Girara subha
  • Girara şikevayê
  • Perçikilîpîlaw
  • Savara tolikê

1-Girara bi xêlî

Girara bi xêlî navê cure girareke (pîlaw) parêzgeha Amedê ye. Li herêmên din jî tê zanîn û xwarin, lê bi vî navî li Amedê navdar bûye.

Berkelî

  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) xwê (solin)
  • 3 KX rûn
  • 3 SA (stekana avê) ava goşt
  • 300 gr riz (birinc)

Bo xêliya wê:

  • 250 gr goştê kişandî (goştê mihê yê kêmbetan, bêrûn)
  • 50 gr behîv
  • 1 KX rûn
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) darîsot (bi latînî: Pimenta racemosa)
  • 1 KÇ xwê
  • 1/4 SA bexdenûsa hûrkirî

Çêkirin

Birincê bixin nava badî yan teştekê, kevçiyek xwê pê werbikin, tiliyek ser re ava germ berdin ser. Heya sar bû bidin sekinandin. Heya ava pakij û zelal jê kişiya bişon, bidarivînin.

Ava goşt berdin quşxaneyê, 2 KX xwêyê tê werbikin, bikelînin. Keliya birincê carekê tevdin û darxûnê bigirin. Keliya, agirê binî kêm bikin.

Di rûnbirêşkê de rûnê biqijilînin û berdin serê. Darxûnê bigirin, di agirê nim de bi qasî 15-20 deqeyan bikelînin. Xêliya wê bidin ser û servîs bikin.

Xêliya wê: Goştê kişandî di rûnbirêşkê de biqelînin, xwê û biharbêhnê tevlî bikin. Behîvê bila hindik biqele, zerayî pê bikeve. Bexdenûsê hûr bikin û tevlî goştê kişandî bikin.

2-Girara frîgê

Girara frîgêsavara frîgê li herêma Tolhildanê, bi taybetî li Dîlok û Semsûrê navdar e.

Frîg çiye?

Frîg cureyeke genimê ye. Hinekê kesk e û bêhna teniyê jê tê. Qurfên (simbil) genimê hêj teze ne tên jêkirin, wan dikin nava zilan. Zilan hinekê dişewitînin, ev bêhna teniyê jî ji wir digire. Frîg piştî şewitandinê nayê şûştin. Di devokan de, frîkfirîk jî tê bikaranîn.

Berkeliya savara frîgê ya Dîlokê

loading...
  • 2 SA (stekana-qedeha avê) frîg
  • 1 SA girar (bulxur)
  • 1/2 SA nok
  • 6 SA ava goşt, heger nîne av
  • 2 serî pîvaz
  • 4 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • 500 gr tîkegoşta mihê
  • 1 KX mergeya fringiyê (pamîdor, bacanê sor, tomatos, şamî), heger nîne 2 heb fringî
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)

Çêkirin

Nokê ji êvar de bikin nava avê. Sibeyê bi tevî goşt bidin ser agir, heya nermijî bûn, bikelînin.

Pîvazê hûrane hûrbikin, di nava rûn de biqijilînin. Bila zerayî pê bikeve. Merge û xwêyê tevlîbikin, tevdin. Berdin nava quşxaneya nok û goştê. Ava goştê lê zêde bikin.

Bi hev re bi qasî 10 deqeyan (mînute) bikelînin. Ava wê kêm bû, lê zêde bikin. Bila ava wê her 6 SA be.

Îcar frîg û bulxurê (girar, savar) berdin navê, bikelînin. Ava xwe kişand, rûnê qijilandî berdin ser. Ser pîlawa xwe, bi kaxezê sîs ê di bo xwarinan tê bikaranîn, por bikin, derxûnê (devanga, qalpaxa quşxaneyê) bigirin, bila bi qasî 20-25 deqeyan bîmîne. Paşê dikarin servîs bikin.

3-Girara kardiyê

Girara kardiyê re mirov dikare şorbeya kardiyê jî bêje lê ji ber ku kurd ji xwarinên quşxaneyê yên bi dan, savarê tên çêkirin re girar dibêjin, li vir jî wekî girar hatiye binavkirin. Cemşîd Bender jî wisa bikaraniye.

Ji kardiyê, girara kardiyê ya bi bi danê, girara kardiyê ya bi rizê (birinc), girara kardiyê bi tîkegoştê, girara kardiye ya bi nokê û gelek cureyên didin tên kelandin. Bi taybetî li Serhed, Dêrsim, Xerzanê kardî gelek e û bi hatina biharê re jê sûdê werdigirin.

Berkeliya (melzemeyê) girara kardiyê ya Erzîromê

  • 1 kg riz (birinc)
  • 1/2 kg Kardî (ya hişkkirî baştir e)
  • Simaq
  • Îsota tûj (îsota pûlpelî, îsota sor)
  • Xwê (solin)
  • Rûn

Çêkirin

Kariyê di nava ava bi simaqê de bikelînin, bixaşînin bila tûjiya (no) wê here. Hûrbikin û biguvêşînin. Ava wê nerijînin. Di rûnbirêşkê de, di nava rûn de biqelînin (ne kêm, ne zêde).

Kardiya qelandî bi tevî rizê berdin nava ava bi simaqê û bi hev re bikelînin. Îsota tûj û xwê yê bavêjinê. Bi germî yan sarî bînin ser destexaneyê (sifre).

4-Girara meyxaneyê

Girara meyxaneyê yan savara meyxaneyê bi tîkegoşta pîlê tê kelîn. Divê goştê mihê be. Li Semsûrê deng vedaye. Ji meyxaneyê re badexane, araqgeh, kabare jî dibêjin. Berê li meyxaneyan (dibe ku wekî meze) dihatibûye servîskirin.

Berkeliya savara badexaneyê

  • 1/2 kg tîkegoşta pîlê
  • 2 SA (stekana-qedeha avê) girar (savar)
  • 4 SA av
  • 4 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) îsota sor (îsota tûj, îsota pûlpelî)
  • 2 serî pîvaz
  • 2 fringî (pamîdor, şamî, bacanê sor, tomatos)
  • 1 KŞ îsota reş
  • 2 KŞ xwê (solin)

Çêkirin

Goşt bi nîv SA avê bidin ser agir. Goşt ava xwe kişand, pîvaza hûrkirî, îsota sor û rûn tevlî bikin, heya zerayî bi pîvazê ket biqelînin. Qalikên fringiyan bigirin, hûrbikin, berdin navê, tevbidin.

2 SA avê tevlî bikin, heya goşt nermijî bû bila bikele. Ava xwe kişand, du car qasî savarê avê berdin navê û du kelan pê bînin.

Îcar girarê (savar, bulxur) berdin navê, derxûnê bigirin. 3-4 deqe di agirê gurr, 3-4 deqe nîvco û paşê jî di agirê nizm (kêm) de bikelînin.

Kel bidawî bû, ser pîlawê bi kaxezê sîs ê di kelandina xwarinan de tê bikaranîn porbikin, derxûnê bigirin, bêhêlin bila bi qasî 20-25 deqeyan sar be.

Beriya servîskirinê îsota reş pê werbikin.

5-Girara pimparê

Girara pimparê xwarineke quşxaneyê ya Dîlok, Rihayê ye. Li Xerzanê jî didin ser lê dims û rizê (birinc) tevlî nakin. A rastî pirr dijwar e ku mirov ji vê xwarinê re bêje girar, lê Cemşîd Bender ji ber ku nok û girar (savar) tevlî ye, kiriye bin koma giraran. Di vir de şaşî nîne lê di versiyona Dîlok û Rihayê de riz û dimsa simaqê heye, nakokî ji wir tê.

Ferhengok

  • Pirpar, parpar, pirparik, pelpîne, pirpir, pîrqelaçik, pirpirim riwekek ji famîleya pirparê ye. Di pêjgeha kurd de gelek tê bikaranîn. Navê wê yê latînî: Portulaca oleracea ye.
  • Lolas, maş, bi latînî Vigna sinensis, zebzeya vê riwekê
  • Dimsa simaqê, mota simaqê, bo çêjdarkirinê tê bikaranîn. Navê darsimaqê yê bi latînî rhus coriafia ye, mêweya vê darê. Dimsa ji simaqê hatiye çêkirin.

Berkeliya (melzemeyê) vê xwarekê

  • 250 gr goştê kişandî yê bibez
  • 1/2 kg pirpar
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • 1 KX pûjan
  • 2 serî pîvaz
  • 1/4 SA (stekana-qedeha avê) nok
  • 1/4 SA nîsk
  • 1/4 SA lolas
  • 1 KX mergeya îsot û fringiyê (bacanê sor, pamîdor, tomatos)
  • 1/4 SA riz (birinc)
  • 1/4 SA savar
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) îsota tûj (îsota sor, îsota pûlpelî)
  • 1 KŞ îsota reş
  • 1 KŞ xwê (solin)
  • 1 KŞ dimsa simaqê (bikin nava badiyeke mezin û 6 SA avê tevlî bikin)
  • 4 dd (dendik) sîr
  • 1 KŞ îsota sor a ne tûj (ne no ye)

Çêkirin

Nok, nîsk û lolasê şevekê berê bikin nava avê, roja din yeko yeko bixaşînin. Di nava rûn de pîvaza hûrkirî biqijilînin, goştê kişandî tevlî bikin, bi hev re biqelînin. Herwiha mergeyê jî tevlî bikin, tevbidin. Xwê û îsotê pê werbikin.

Pirparê pakij bişon, hûrbikin, tevlî quşxaneyê bikin. Lolas, nok û nîska xaşandî berdin navê. Ava simaqê tevlî bikin, derxûnê bigirin, bi qasî 20 deqeyan bikelînin.

Rizê amade bikin, bi tevî savarê tevlî bikin. Heya tehma xwe girt bikelînin. 5 deqe beriya ku hûn ji ser agir daynin, sîra kutayî berdin navê.

Xwarinê li binikên servîsê parve bikin. Bo ser wê, rûn di rûnbirêşkê de bihelînin, pûjan û îsota tûj hinekê biqijilînin (neşewitînin), berdin ser binikan.

6-Girara subha

Girara subhasubhapîlawsavara bi mewij cure pîlaweke gelê mehelmî ye, derbasê pêjgeha kurd jî bûye.

Tirpana asîmîlasyonê li viya jî ketiye

Vê xwarinê jî para xwe ji asîmîlasyonê Tirkiyeyê girtiye, navê wê jî hatiye tirkîzekirin. Heya salên 1970’yê li Rihayê her kesê bi navê subha binavdikir. Piştî qedexekirinê saziya zimanê tirkî (TDK) navê wê kir üzümlü pilav (pîlawa bi tirî). Lê rihayiyan nedikarîn vê navê bilêvbikin üzümlü kirin üzlemeli.

loading...

Înstîtuta patentê ya tirk ev xwarin bi navê üzlemeli türk pilavi bipatent kiriye. Di rastiyê de ne xwarineke kurdî ye, ne jî tirkî, xwarina gelê cîran mehelmiyan e. Mirov nikare xwarina bipatent bike, bike milkê dewlet û neteweyan. Xwarin milkê tevahiya mirovahiyê ye.

Ferhengok

  • Subha, bi erebî navê hebikên dişibin moriyê, tiriyê ye
  • Subha, dema di navbera taştê û navrojê de ye. Bi erebî ji vê demê re subha dibêjin
  • Subha, nûr û ezamet
  • Subha, nimêja nafîleyê û dia

Berkeliya subhapîlawê

  • 2 SA (stekana-qedeha avê) riz (birinc)
  • 3 SA ava goşt
  • 4 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 KX xwê ji bo nermijîkirina birincê
  • 250 gr tîkegoşta mihê (ji pîlê, bêbez)
  • 1 SA noka xaşandî
  • 1 SA mewija zer
  • 1/2 SA dims (mot)
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) darçîn
  • 1 KÇ ava lîmonê
  • 3 SA av

Çêkirin

Nokê ji êvar de bikin nava avê bila nermijî bibe. Birincê di bikin nava ava kelî, heya sar bû tê de bihêlin. Bi çend avan bişon, bidarivînin. Rûn bidin ser agir, birincê tevlî bikin, biqelînin. Ava goşt berdin navê, 3 deqe di agirê gurr, 3 deqe di agirê normal û paşê jî di agirê nizm (kêm) de bikelînin.

Nokê bixaşînin, bipişirînin, ango qalikên wê bigirin. Bişon, bidarivînin. Mewijan bişon.

Goşt bi tevî hinekê avê bidin ser agir, heya ava xwe kişand bihêlin. 3 SA avê û 1 KÇ ava lîmonê berdin ser, heya nermijî bû bikelînin.

Nok, mewijê tevlî bikin. Paşê jî dimsê û heya tehma xwe girt bikelînin. Beriya ku ji agir daynin, îsota reş û darçînê pê werbikin.

Pîlawê li binikên servîsê belav bikin, quşxaneya goşt, nok, mewij û dimsê jî li ser pîlawê parve bikin.

7-Girara şikevayê

Girara şikevayê, girara bi şikevayê pêçandî, girarek (pîlaw, bulxur) ji pêjgeha kurd e. Ji pêçandina girarê ye. Mirov dikare wekî kutilkê (dolmeh) jî binavbike lewra tê pêçandin.

Berkelî (bo şeş kesan)

  • 2 pelhevîrk (şikeva)
  • 4 gizêr
  • 2 kartol
  • 2 stekan (qedeh) polik, baqilê xatûnî (pisum sativum)
  • 2 stekan riz (birinc)
  • 5 stejan av
  • 5 kevçî rûnê nivîşkî
  • 1 zerika hêkê
  • 1 fîncan şîr
  • Îsota reş
  • Xwê (xwêya zêde bizerar e)
  • Li ser daxwazê bêharbêhnên (biharat) din

Çêkirin

Gizêr û kartolên xwe kûbîkî tîke bikin. Zebze û polikên xwe bixaşînin û bidarivînin. Di quşxaneyekê de, bi rûnê nivîşkî biqelînin. Ji aliyekê ve riza (birinc) xwe amade bikin, ango bi ava germ nermijî bikin.

Riza we nerm bû, ava wê bidarivînin, berdin nava zebzeyên qelandî û bi hev re bi qasî 5 deqeyan biqelînin.

Îsot û xwêya xwe pê qerbikin, 5 stekan avê berdinê û bihêlin bila bikele. Girara we keliya, agirê wê nizm bikin, heya ava xwe kişand bikelînin.

Pelhevîrkên xwe bikin 8 parçe (her yek 4 parçe). Pelhevîrkên bidin ser devê binikeke kûr a bo şorbeyan, bi vî awayî hundirî wan dabigirin. Ango girara xwe bixin navê, bi firçeyekê şîr bi wan bidin, devê şikevayê xwe bigirin, wekî kutilkan an wekî xingalê amade bikin, tije bikin.

Van kutilkên xwe yên we hazir kirine, di sêniya firneyê (firûn) de rêz bikin.

Bi firçeyê zerika hêkê li serê van girikên savarê yên bi şikevayê hatine pêçandin bidin û di germiya 200 pileyî de bipijînîn. Zerayî bi wan ket, dikarin bînin ser destexaneyê (sifreyê).

8-Perçikilîpîlaw

Perçikilî pîlawgirara perçikilîpirrçikilîpîlaw navê pîlaweke kurdî ye. Li herêma Tolhildanê, bi taybetî li Rihayê nav daye. Navê wê di wateya “pîlava perên wê pirr hatiye dirûtin/çikilandin”. Lewra mirîşka xaşandî û hestiyê wê hatiye girtin tevlî vê pîlavê dikin û perê mirîşkê diçikilînin, didirûn.

Xebateke zanistî li ser pêjgeha kurd nehatiye kirin. Bi texmînî navê wê yê orjînal ne pirçikilî lê perçikilî ye. Cemşîd Bender ev xwarin bi navê Girara Pirçikî tomar kiriye.

Îstîtuta patentê ya tirk ev jî bipatent kiriye

Bi romî (tirkî) navê wê neguhertine, bi navê pirçikli türk pilavi dewletê ev xwarin bipatent kiriye. Dewleta Romê (Tirkiye) hemî xwarin-vexwarinên kurdî bipatent kiriye ku bi hêsanî bikaribe bikaranîna navên kurdî qedexe bike. Lewra xwarekek bû marka, patenta wê hat derxistin, bêî destûrê kes nikare navê wê bikarbîne, dikarin dozê vebikin. Ji navê xwarinê û herêma lê tê xwarin jî kivşeye ku ev xwarineke kurdî ye.

Berkeliya perçikiliyê

  • 1 mirîşk
  • 2 SA (stekana-qedeha avê) riz (birinc)
  • 250 gr gizêr
  • 2 serî pîvaz
  • 4 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • 3 SA ava goşt
  • 2 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 KX xwê ji bo nermijîkirinê

Çêkirin

Mirîşkê amade bikin, pakij bişon, bixaşînin, hestiyan derînin, perên wê bidirûn, biçikilînin. Birincê bikin nava ava kelî û şor, heya av sar bû bihêlin. Heya ava zelal jê derket bişon, bidarivînin.

Pîvaz û gizêran bi dirêjkî hûrbikin, di nava rûn de biqijilînin. Berdin nava quşxaneyê. Mirîşkê bidin ser, birincê jî ser de û xwê pê werbikin. Hêdî hêdî ava goşt berdin nava xwarinê û bihêlin bila bikele.

Çend deqe şûnde agir nizm bikin. Binikeke mezin bînin û quşxaneyê deverûkî robikinê (vala bikin). Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).

9-Savara tolikê

Savara tolikê, cure girareke (savar pêjgeha kurd e. Gelên cîran romî (tirk) û ermenî jî ji tolik (pincar)ê xwarinan didin ser.

Berkelî (melzemeyê xwarinê)

  • Bi qasî 2 baq tolik (pincar)
  • Xwê (solin)
  • 2 serî pîvaz
  • 2 SA (stekana-qedeha avê) savara (bulxur, girar) pîlawê
  • Bîbera reş (filfil)
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê nivîşkî

Ravek

Lask û qemçikan bavêjin bila tenê pel bimînin. Pakij bişon tolika xwe di nava avê de bidin sekinandin. Pîvazan bi xelekî hûr bikin, di nava rûn de zerayiyê pê bixin.

Paşê tolika hûrkirî jî berdin nava rûnbirêşkeke kûr an quşxaneyê, bi pîvazê re bi qasî 3-5 deqe biqelînin. Dawiyê savarê berdinê û wê jî bi qasî 4-5 deqeyan sor bikin.

Xwê, îsota reş, 3 SA ava kelî tevlî bikin. Binê agir kêm bikin, heya ava xwe kişand bikelînin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).
.

.

.

.

.

.

.

loading...