"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Siyahpûş

SiyahpûşSîyahpûş[1] helbestvanekî kurd bû.

loading...

Şairê kurd ê bi nav û deng, Muhammed Cewad naskirî bi Siyahpûş tê gotin ku ji Rojhilatê Kurdistanê an li gor Celîlê Celîl, li Ûrmiyeyê ye. Ew demek li Tehranê, pişt re jî li Bexdayê maye. Siyahpûş pir geriyaye. Dawî hatiye herêma Silîva li ba Ferhoyê Inzêr Axa maye. Ferhoyê Inzêr Axa, serokê eşîra silîva bûye ku ev di rastiyê de konfederasyoneke eşîran bûye. Lewra di nav eşîra silîva de gelek êl û eşîrên din jî cî girtine. Her wiha sînorê herêma Silîva jî ji deşta Bismil bigire heya nêzî sînorên Sasonê berfireh e. Paşê tirkan di fermiyetê de navê herêmê li bajaroka kevnare Farqînê kirine.

Ji ber diyalogek ku di nav Ferhoyê Inzêr Axa û Siyahpûş de derbas dibe û ji devan heya îroj hatiye, tê zanîn ku Siyahpûş demek li ba wî, li gundê Hilêliyê maye. Ferhoyê Inzêr Axa, pişt re ji ber serî li ber osmaniyan danayne, bi alîkariya eşîrên din û bi xap tê girtin û osmanî ew li qazoxê dixin û dikujin. Diyaloga navbera Siyahpoş û Ferhoyê Inzêr Axa jî, li ser vê ye ji xwe. Tê gotin ku rojek Ferho ji Siyahpoş dipirse: “Ka bêje Siyahpoş, ez axayekî çewa me?” Siyahpoş: “Axayê min, ez bêjim tê min bikujî, newêrim.” Piştî Ferho bawerî didê ku çi jî bêje dê dest nedê, Siyahpoş weha dibêje: “Axayê min, xweş axa ye lê qûna wî qûna qazoxa ye.” Îcar tê gotin ku ji ber Ferho timî li dijî osmaniyan derdiket û osmanî sonda Ferho xwaribûn ku dê wî bigirin û li qazoxa bixin, Siyahpoş jî gihîştiye encameke weha.

Siyahpoş, pişt re li gundekî çiya yê Farqînê li Kurbeytê bi cî dibe. Ew herêma çiya bi giştî mîna Narik tê binavkirin. Pir gund lê hene û li gel ku her yek navê xwe heye jî, bi giştî dibêjin gundên Narikê, an jî ji gundiyan re dibêjin narikî jî. Narikî bi diziya xwe navdar bûne. Heya dema ku ez li Farqînê bûm jî, rastiya vê yekê hebû, lê niha çewan e, nizanim. Tê gotin ku rojek gundî mirîşkên Siyahpoş didizin. Siyahpoş bi serê xwe ye û nikare tu tiştek jî bike, an li dijî gundiyan derkeve. Ji xizanî û êşa xwe radibe helbestek li ser diziya mirîşkên xwe dinivîse: Ehlê Narik ehlê nar in/ bi dev dost in bi dil neyar in/ Sê mirîşkên Siyahpoş hebûn ew jî xwarin.

Ji ber ku tê zanîn Ferhoyê Inzêr Axa di nîveka pêşîn a sedsala 1700î de jiya ye, loma jî tê zanîn ku Siyahpoş jî di wan deman de, ango nêzî 300 sal berê jiya ye.

Di sala 1961î de, welatparêzê mezin, cangoriyê welatê xwe Mele Evdilkerîm Ceyhan û Şêx Mîsbahê Silîvî, diçin gundê Kurbeytê û gora Siyahpoş ku êdî çend kevir jê mane, ji nû ve çê dikin û li ser kêlika wî bi tîpên erebî navê wî didine nivîsîn.

Dîwana wî ya bi nav û deng Seyf ul-milûk e. Dîwan, di serdaneke birêz Celîle Celîl a Amedê de, li ser daxwaza wî, demek li balê ma û çû heya paytexta Viyanaya Awistiryayê. Tê zanîn ku Celîle Celîl li ser Siyahpoş lêkolîneke hêja jî kiriye, her çendî derbarê jiyana Sîyahpoş de hin agahiyên kêm dabin jî, pirtûkek bi navê ”Seyf ul-miluk / Siyahpûş” jî amade kiriye û pirtûk di sala 2000î de hatiye çapkirin[çavkanî pêwîst e].

Seyf ul-milûk û Melke Xatûn Di edebiyata kurdî de Siyahpoş di nav navdarên herî mezin de cih digre. Li gor riwayetekê di sala 1820an de, li gor riwayetekê din jî di sala 1779an de Xwedê daye. Ji şi’irên wî fêm dibe ku ji kurdên Îranê ye. Ji bo xwendinê li gelek deveran geriyaye û demek dirêj jî li Farqînê maye. Kitêba wî Seyf ul-Milûk û Bedî ul-Cemal mesnewiyek e û nivîskar xezelên gelek xweş di navbera beşên vê mesnewiyê de danîne.

Jiyana wî

Siyahpûş stêrkeke geş e di ezmanê huner û wêjeya kurdî de. Kaneke teyîsî ye di kûrahiya deryaya çand û helbestên klasîk a kurdî de. Siyapûş nivîskarekî kurd ê bi nav û deng e. Berhemên gelek hêja jê mane. Lê ev berhemên wî wekî destnivîs mane û heta niha nehatine çapandin. Jînenîgariya wî jî ne diyar e û rengê niştecihiya wî jî ne zelal e. Bes, di pirtûka xwe ya Seyfilmilûk de dibêje; “Wekî min hiştî Îran û berê xwe daye Bexdayê” û ji devoka wî jî tê xuyan ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Dîsa di malikeke pirtûka wî ya bi navê Seyfilmilûk de bi hesaba ebcedê dîroka çaxê jîna wî derdikeve ber çavan. Weha dibêjê Siyapûş; “Bi avzêrê nivîsî xetê kûfî/ Temam ebced ji yekî ta u’lûfî/ Mueʼllim da bi dest wan lewhê sîmîn/ Bi carek elîf û bê kirne telqîn”. Di malikê de, rêza “Bi carek elif û bê kirne telqîn” bi hesaba ebcedê dibe 1205ê hicrî (1790 miladî). Dîsa di helbesteke xwe de behsa Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî dike, ji vê îşaretê jî tê zanîn ku ew piştî wan hatiye dinyayê.

Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê M. Reşîd Irgat, transkrîpsiyona vê pirtûkê pêk aniye. Di xezelan de gelek peyvên ku di kurdiya îro de zêde nayên bi kar anîn û zanîn û her weha hin peyvên erebî û farisî hene[2].

Çavkanî

  1.  Qanatê Kurdo (1983). Tarîxa edebyeta kurdî I. Stockholm, Swêd.
  2.  Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
loading...