"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî

Seyîdxanê Boyaxçî bi salan li Diyarbekirê di Mala Dengbêjan de klam got û kar kir. Seyîdxan di sala 1938’an de li qeza Erxenîyê, li gundê Deşta Gewranê hatiye dinê. Navê wî yê rastîn Seydo Şimşek e.

Di dema şaredariya Mehdî Zana de di şaredariya Amedê de wek gêzikvan dest bi kar dike û heta sala 1980yî  dixebite. Di sala 1980yî de ji şaredariyê teqawîd dibe, lê karê boyaxkirina sol û pêlavan dewam dike.

Di sala 2007an de bi alîkariya şaredariya Amêdê Mala Dengbêjan tê avakirin. Boyaxçî di nav wê malê de jî cîhê xwe digire û bi dengbêjiya xwe klam û starênên xwe vedibêje.

Seyîdxan dibistan qet nexwendiye. Ji 15 saliya xwe û vir de ye klam û stranên xwe distra. Zewicandî bû û heft zarokên wî hebûn.

Seyîdxanê Boyaxçî di 5 Tîrmeh 2020an de di 87 saliya xwe de li bajarê Amedê jiyana xwe ji dest da.

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ

Bir Cevap Yazın