"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Pertew Begê Hekarî

Pertew Begê Hekarî (z. 1777 li Colemêrgê − m. 1841), helbestvan û nivîskar ê kurd e.

loading...

Pertew Begê Hekarî li bajarê Hekariyê ji dayik bûye. Di nav prens û zarokên Mirekên Hekariyê de, zarokatiya xwe derbas kiriye. Di temenê medreseyê de çûye medreseyê û pêşî Qurana pîroz xwendiye û dû re dest avêtiye pirtûkên olî. Li gorî agahiyan, giraniya xwendina wî di Seraya Hekariyê de, ango di Medreseya Humayûn de, xwendina xwe qedandiye. Lê vî zatî tu caran mîrîtiya Hekariyê nekiriye. Di nav giraniya gelê me de, Pertewî, Pertew Beg û Pertew Begê Hekarî tê nasîn û tê binavkirin. Lê di henek qeyd û deveran de, ev zat, bi navê “Şah Pertew”, “Şah Perto”, “Şah Pertewê Hekarî” û “Şah Pertewê Hekarî Ebas” jî tê bikaranîn. Bi xwe di dîwana xwe de, bi mexlestî Perto, Pertew û Pertewî bi kar aniye. Di dîwanê de xebitandina van navan, derenceya yekem “Pertew”, a duyem “Pertewî”, ya sêyem “Perto” dixuyê.

Jînenîgarî

Li ser Pertew Begê Hekarî gelek nîqaş hatine kirin. Lê ji van nîqaşan hîç jînenîgariya wî derneketiye holê. Jixwe nîqaş ji ser jînenigariya wî bêtir li ser “kîbûna wî” çêbûne. Bê wekî Şemsedîn Samî yê tirk di Qamûsel î’lam ê de, dibêje ku Pertew hozanekî mezin e û Îranî ye. Ji zana û dîrokvanên kurdan Mamoste Evdireqîb Yûsiv, Pertew Begê Hekarî di Dîwana Kurdî de, hildide destê xwe û dibêje: “Jiyana vî şaîrî hîç diyar nîn e. Lê li nik min ev e: “Pertew, navê vî şaîrî ye, belkî leqeba wî ye nizanim. “Şah” an jî “Beg” çawan bi navê “Pertew” ve hatiye girêdan û eger ev şaîr “Pertew Paşa” be, ji xwe dîroka jîna wî ronahî ye”.

Dîwana Pertew Begê Hekarî

Dîwana Pertew Begê Hekarî, ji du beşan pêk tê:

  • Dîwana Şah Pertewê Hekarî “Ebas
  • Dîwana Pertewî ya Rast

Ev dîwan wekî destnivîsê di sala 1978″an de dikeve destê Sadiq Behaedîn Amêdî. Ew jî li ber wê, bi elfabeya kurdî ya tîpên erebî li Bexdadê çap dıke.

Tê zanîn ku Pertew Begê Hekarî nivîsandina dîwana xwe di sala 1806″ê zayînî de qedandiye. Zeynelabidîn Zinar jî di sala 1991″ê de ew wergerandiye alfabeya kurdî ya tîpên latînî û ji nav Weşanên Rewşen”ê, de hatiye weşandin. Di dîwana wî de, helbestên duyînî, çarînî, pêncînî, heta em dikarin bibêjin şeşînî jî hene.

Çavkanî

  • Qahir Bateyî
  • Yüksekova Haber
loading...