"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Arjen Arî

Arjen Arî di sala 1956’an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye cîhanê. Di sala 1979’an de Enstîtûya Perwerdehiyê ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî diqedîne. Di sala 1976’an de li Nisêbînê ji ber  belavkirina  belavokekê  tê  girtin. Bi qasî hefteyekê di hepsê de dimîne.

loading...

Di sala 1992’yan de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî dibe. Wek birîndar radikin nexweşxaneya zanîngeha Dîcleyê. Arjen Arî ji ber wê bûyerê li Amedê bi cih dibe.

Helbestên wî di kovarên wekî Tîrêj, Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de tên weşandin. Arjen Arî  ji ber nexweşiya pençeşêrê di 30’ê kewçêra 2012’an de li Amedê çû ber dilovaniya Xwedê.

BERHEM:

Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî, Weşanên Avesta, 2000

Ev Çiya Rûspî Ne, Weşanên Avesta, 2002

Destana Kawa, Weşanên Elma, 2003

Eroûtîka, Weşanên Lîs, 2006

Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, Antolojî, 2008

Şêrgele, Weşanên Avesta, Helbest, 2008

Çil Çarîn, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Helbest, 2009

Bîhoka Li Pişt Sînor, Avesta, Çîrok, 2010

Payîza Peyvê, Weşanên Belkî, Amed, Helbest, 2011

Destana Kawa û Azhî Dehaq, Weşanên Evrensel Basım Yayın, Stenbol, Destan, 2011, Wergerê Tirkî: Şener Özmen

Kulîlkên Beîvan, Weşanên Ronahî, Amed, Helbest, 2012

loading...

Gorî û Bindest, Weşanên Ronahî, Amed, Helbest, 2012

Xasenezer, Weşanên Evrensel Basım Yayın, Stenbol, Ceribandin, 2012

Şiîr û Sînor, Weşanên Evrensel Basım Yayın, Stenbol, Helbest, 2013

Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma, Weşanên Ronahî, Amed, Ceribandin, 2013

 

MEGRÎ

çenga por bibin bibin

bibin ser gorên dil kuştibin;

bibin bin konên şîn girtibin

megrî çav-deryayê megrî

mijankê te ji kil dibin

megrî por-roavayê megrî

megrî û meke, li min li min!

hijê bike rê û bimeşe

 

xwe li çiya bigre û bimeşe

umrê te hê çend û şeş e…

megrî meke, li min li min!

megrî bikene li dû min

beşişînê bike rû min

loading...

şehîdê dilê te ez bim

mekenîne bi me, dijmin!

 

loading...