"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Berken Bereh

Di sala 1954’ê li bajarê Şirnexê hatiye dinê. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêjê de (yekemîn kovara kurdî ye li bakur) de hatiye belavkirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de belav bûne, mîna (Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar hwd.) Di sala 1998-1999’an de di pêşbirkên helbestê yên ji alî Komeleya Malbatên Girtî û hikumxwariyan û ji alî Kovara Rewşenê amade kirî de bi xelatên 1.min û 2.mîn hate xelat kirin. Di sala 1999’an de bi navê “Kulîna Kulîlkan” kovareke înternetî amade kir. Çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara înternetî li bakur bû. Helbestên wî di Tv’yên Kurdî, (Medya Tv, Roj Tv, Gün Tv…) Radyoya Elmanî WDR û SBS ya Avustralyayê de hatine xwendin. Hin helbestên wî bi navê (Kalbim Yastıktır Aşka) li Tirkî, hin li Elmanî, Erebî û Farisî hatin wergerandin. Li zanîngehên Zankoya Bilgî ya Colemêrgê teblix belav kir û çendîn Komeleyên Civakî de tevlî konferans û panêlan bû. Hê jî di kovar û rojnameyên Kurdî de nivîskariya xwe didomîne.

loading...

BERHEM:

Êş, Weşanên Sî, 2001

Şagirtên Evînê, Weşanên Sî, 2003

Pandomîm, Weşanên Belkî, 2006

Şîna Helbestê, Weşanên Doz, 2008

Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re (digel ên berê-şerbeta ji êgir û haiku-hemû berhem), Weşanên Lîs, 2011

Ji Dûriyê Re, Weşanên Lîs, 2013

Xewna Dawî, Weşanên Lîs, 2016

Werger:

Lapis Lazuli, Mehmet Altun, Helbest, Babil, 2012

A Deryayê Gotî, Mustafa Köz, Helbest, Weşanên Lîs, 2012

 

EZ Û WELAT

welatek min heye ji rengê êşê

loading...

li her baniyek wê xewnek min paldayî

robar û çiyayên wê yên min in

yên min in qaz û quling, dar û deviyên wê

xortaniya min li wir rabû pêdarê

baz û beytakên min li wir çûn sêdarê

beza min, coşa min, xemginiya min li wir

min li wir vexwar jehra dildarê

ez xwe dibinîm di her stranek wê de

di her gotinek min de hezar bîranînên wê

ku roj hat hewceyî dermanî bû

min bikin berdêl gorî serê wê.

loading...