"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Hozan Aydin

Hozan Aydin stranbêjekî kurd e. Li alî başûr çemê erez û çîyayê Bîngolê, li Bakur text ê kotana û çîyayê paltokan, li Rojhilat topa qulê û kaniya Vizê, li rojava gêra bavê û di binîde avekî zirav û dirêj diherike nava pêlên erez. Di vê çarehêlîde,di nava gul û sosinanda xemilandî, gundekî piçûk, 10 mal û şirîn,navê gund Xindeqa ku di nava dilê wirde jî avekî sarê cemidî ku bi navê kaniya jêr ji bin erdê dikele. Dema ku mirov zebeş ên Dîyarbekir ê davêje nav, tîş lê dikeve û kerî dibe. Li çîyayê Bîngol ê û li paltokan heyanî derengiyê buharê belekiyên berfê xwe nîşan didin û pêre hênûkahiya bayê Serhed ê ji kurahiya derya stranan qêrîna Evdalê Zeynikê dihanî û digihînand Husê Pûlo, Şahê dengbêjan Reso û hostayê deng û peyvan Şakiro ku di klasîk ên Kurdî de bûye Ekolekî.

loading...

Di nava vê ahengêde sal 1962 Aydin li ser dinyayê çavên xwe vedike. Li vir tiştekî gelekî balkêş heyeku ew jî dayîka Aydin dibêje Dema ku Aydin di hemla min de bû min gelek caran dengê girînên wî bihîstîye û ez cara ewilî gelekî tirsîyam Aydin jî viya ewha şîrove û henek an dike û dibêje; Kî dizane belkî jî min ew çax stran gotine Ew der nayê zanîn lê; tiştê ku tê zanîn Aydin di heft saliya xwede, kanê li Serhed ê zivistan gelkî dirêje û şevên zivistanê jî dirêjin, civat her tim hene herwiha jî ew civatana wek perwerdegehin û di Kurdistan ê de bingeha çêbûna kesayetîya mirovane, gelekî bi rûmetin ji ber ku civak bi her cûreyî li wir xwe nîşan dide, di tûr û bar ên kîde çi huner û çi cewher hebe derdikeve holê.

Evîna Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê, Kilam a Evdalê Zeynikêdi wan civatande tê pêşkêş kirin. Aydin di wan civatan de klam a kalikê xweyê Keremê Qolaxasî ku ji dengbêj Şakiro hilgirtibû; Şakiro gelek caran hatibû mêvandariya wan û bandoreî mezin li ser Aydin çê kirî bû û herwiha guhdarvanê Radyoya Êrîvanê jî bû dengê Meyrem Xan û Mihemed Arif Cizrewî di wê qutika ji sêr ê de guhdardikir lewmajî şerbet a sitranan li hemî laşê Aydin belav bibû û di govenda dajî sitran a Bejnê ku ji Enwer ê bavê xwe hilgirtîbû digot.

1971 Aydin 9 salîye; Şerîf, Kerem, Aydin, Mihemed, Hecî, Ekrem 6 pismam bi hevre dest bi xwendinê dikin û bi Tirkî pewerde dibin. Di gundê wande dibistan tune lê ew havîn,zivistan di bin berfê û bahozêde di çengekîde sergîn, ji bona ku di sobêda bişewitînin her zarok ji mal a xwe sergînekî dibir dibistanê. Û di çengekîdejî çente, her roj 5-6 km dûr diçûn gundekî din ku navê gund Şemê ye û dizîvirîn. Di nava wan pismamande yê herî zeîf û piçuk Ekrem bu.Ekrem gelek caran di rêyande diqefilî û wî bi derûdorê pişt dikirin û dibirin.

Çenteyekî Aydin ê sî hebûn ku xalê wî ji Almanya jêre şandibû. Dema ku bi qîyameva hildikişiya, wî çente hildigirt lê ku bi jor diket çente wî heyanî jêr dişiqitand carna jî di deleva sergînde tepik dibir, tepik hem sivik bû hem jî zû dişewitî û hem ji dema ku Aydin bi jorê diket tepik bi derbijêrve tilor dikir tepik ê wî berê wî diçû dibistanê eger hevalan pêşî li tepik bigirtana wanê bavêtaba sobê lê carna tepik xwe nedida dest û heyanî nava ava Şemê yek derb diçû Aydin ji ber vê sedemê gelek caran ji mamoste yê xwe lêdan dixwe zivistanan jî her tim her wiha derbas dibû.

Aydin êdî zimanê Tirkî jî hînbîbû û di hemî şahiyên dibistanêde her tim Aydin sitran digot. Mamostekî Aydin hebû navê wî Dursun Çelik bû û tembûrekî baş lêdixist cara yekemîne ku Aydin tembûrekî dibîne û dengê wî dibîhîze û ev dengajî wek sitranan li mêjiyê Aydin hikûmdike. Mamoste ji bavê Aydin rê dibêje Ka ez Aydin bixwere biherim Enqere ê li wir bişînim dibistanekî mûzîk ê ez bawerim ku wê hunermendekî baş jê derkeve lê bavê Aydin dabiland nake ji ber ku nexwaze di wî temenê piçûk de bi tenê bişîne. 5 sal li Şemê,liIşiklar Köyü İlkokulu bi wîhawî diqede.

1975 Aydin diçe Mûş ê cem apê xwe, li wir di dibistana amadehiya Mûş de dest bi perwerdehi a navîn dike lê di serê wîde ji xeynî sitran û mûzîk ê tu tiştek nîne. Li vir dîsa tiştekî ku nayê ji bîr kirin heye; Evdilbaqî yê bûrayê apê Aydin tembûr lê dixist ku mamosteyê Aydin ê tembûrê ku perdên tembûrê herî ewil pê da nasandin û strana Şu Sazıma Bir Düzen Vernîşanî da ewe. Aydin her tim tembûr a wî ji dest digirt û ew jî aciz dibû.

Dîsa êvarekî ku li serê sibê li dibistanê, di ders a matematik de bi nivîsî azmûn heye. Aydin ders a xwe nexebitî, heyanî sibê li ser tembûrê sitran a Burası Muş’tur xebitî û serkeftî jî bû lê serê sibê li dibistanê di ders a xwede jî zehf girt. Guhdarvanê radyo ê gelekî başbû ,ji radio rê pir hezdikir û radyokî wiyê piçûk her tim hebû; dixwest bibe hunermendekî radyo ê.

1976 perwerdehiya navîn di sinifa 2.daye rojekî dibîhîze ku di radyo ya Erziromê de pêşbirk heye ,bêxebera dibistanê û ji malbatê dide rê û diçe Erzirom ê lê wî dabiland nakin ji ber ku temenê wî piçûke ew ji dikeve nava xebatekî hewl dide ku salên xwe mezinbike lê li wir serkeftî nabe her wiha qasî heyvekî ji dibistanê dûrdikeve wê salê di 4 dersan de dimîne azmûnanan lê dixebite û di wan dersên xwede jî derbas dibe.

1977 Aydın navê Stembol ê nû bihîstîye, difikire,qerara xwe dide, zêrekî dayîka xwe digire û berê xwe dide Stembol ê. Cara yekemîne ku dikeve nava jîyana metropolekî mezin. Li wir rastê Meş a mezin, meş a 1 Gulan ê tê û tevliwî meş ê dibe dîsa cara yekemîne ku beşdarî çalekîyekî dibe û ew qas mirovanan li cem hev dibîne.

Di wê meşêde 36 kes têne kuştin û Aydin mat manî dimîne tu maneyekî nade wê rewşê û ew roj jî li jiyan a Aydin bandorkî mezin çê dike. Aydin êdî dibe xweyî fikrekî ramyarî, fêrî dirûşmeya Kurdara azadî dibe, sitranên ramyarî dibêje lê bi zimanê Tirkî distirê. Aydin li Istanbul ê di nava vê jîyanê de 2 salan dimîne. Rojekî li qada Taksim ê ye; dengekî tê guhê wî, xwe li deng digire, diçe guh didê, dengekî bilind, zelal, bi hêz, bi Kurdî distirê dibê, Gula baxçê we ka Li wir hîn dibe ku ew Şivan e.

Aydin kasêtekî dikire û diçe her tim wê kasêt ê guhdar dike. Her wiha hunermend ê Kurd Şivan Perwer jî; bi taybetî bi sitranên Kurdî ên politik, di jiyan a Aydin a hunerîde xweyî bandorekî mezine û dîsa ku bi eslê xwe Ermenî ye lê emrê xwe daye musîk a Kurdî; dengê hunermendê mezin Aram Tîgran jî di wê demêde nasdike û gelekî di bandorê de dimîne.

1979 Aydin vedigere welat û dîsa di dibistana amadehiye Mûş de dest bi xwendin ê dike. Aydin di dibistana amadehiye 2.daye derbe ya 12 îlon ê çê dibe, piştre Aydin dev ji xwendinê berdide û diçe İzmir ê cem bapîr a xwe, nêzikê salêkî li cem bapîr a xwe disekine. Bapîr a Aydin jêre tembûrekî dikire ku ev jî di jîyana Aydin de dîyarî yekî herî mezine ji ber ku cara yekemîne ku dibe xweyî yê tembûrekî her wiha Aydin xwe bi xwe dixebite ku hînê tembûr ê be.

Aydin ji İzmir ê diçe Stembol ê dixwaze kasêtekî çêbike. Tişt ên ku nefikire derdikevin pêş wekî: An tu ê bi derfet ên xwe çê bikî û bê şert radestê pardarîyekî bikî, an 4-6 kasêt bê şert û şûrt ji wan re şanenav bikî û her wiha.

Aydin ev rewşa han bi tevahî red kir û vegeriya welatê xwe lê dîsa xebat ên xweyên li ser stranên gelêrî û beste yên xwe berdewam dike û repertuar a xwe roj bi roj berfireh dike. Aydin strana xweya yekemîn, 1976 ande li Xindeqa di nava mêrg a wande Pir a Mardo heye ku Aydin li ser bi ziman ê Tirkî stran çê kirîye bi navê Mardo Köprüsü

loading...

1982 Aydin bi dilketiya xwere dizewice, 1984 ande diçe leşkeriyê, li leşkeriyê bi 15 Tebax ê dihese û her wiha 15 Tebaxê jî di jîyana Aydin de xweyiyê bandorekî gelekî mezine. 1986 Leşkerî diqede lê li vir jî tiştekî gelek balkêş heye; Stranekî hebû bi navê Bağrımda Bir Ataş Yanir / Gün Geçtikçe Alavlanir Gotinên vî stranê tenê li ba fermandarekî hebû lê roja ku Aydin teskere girt, ew roj ew fermandara ne li wir bû Aydin ji bona ku gotinên wê stranê bigire, 2 rojan li hêviya wî fermandarê sekinî he rwiha jî piştî ew qas hisretî 2 roj dereng vegeriya malê ku evjî evîn a Aydin a strana ye.

1987 Aydin dîsa berê xwe dide Stembol ê di dersxane a hunermend ê Tirk Yavuz Top de demekî ders ên solfej distîne, dixwaze nota jî hîn bibe, sazî û man a bağlama yê li wir nas dike. Aydin di wê salêde kasêtekî bi zimanê Tirkî çêdike bi navê Sevdalim ku ji 14 stranan pêk tê. 8 stran yên Aydin bixwene, 4 stran gelêrî, stranekî yê hozan ê Tirk Pîr Sultan Abdal û stranekî jî yê hozan ê Tirk Muhlis Akasarsu ye.

Bi Ses Plak re peywendîyekî çêdike, dide wana û dîsa vedigere welat. Piştî çend heyva navê iflas a Ses Plak ê derdikeve her wiha kasêt belav nabe. 1988 li Xindeqa Aydin derdikeve çemê Erez nêçîra masiyan, li vegerê zarok direvin pêşiyê û dibêjin Mizgîn ji te rê êdî tu bûyî bavê zarokekî keça te çêbû .Aydin gelekî şa dibe,n avê keça xwe Evîn lêdike(04.04.1988/Xindeqa)ji ber ku Aydin bi evîna xwera zewicîbû.

1989 Aydin tevahî malbata xwe bi mêvandarî diçe Mûş ê mala xezûrê xwe û li wir tevahî hevalên xwe yên dibistanê Mutluk û Sadullah derdikevin turekî; Edene, Mêrsîn, Konya, Izmîr, Enqere û Mûş; dîsa mizgîniya bûyîna keçekî didinê (Şemal 15.09.1989/Mûş) Piştre malbata xwe digire û vedigere Xindeqa û diçe Erzirom ê li wir mijûlgehekî sigorteyê vedike, demekî jî bi vî awayî derbas dike.

1990 Aydin li Tekman ê di Navenda Perwerdehiya Gel Tekman Halk Eğitim Merkezi de dikeve nava xebatekî çandî û li wir koroyekî mûzîka gelêrî ku ji 57 kesan pêk te avadike, qasî salekî xebatên xwe berdewam dikê, bi wê koroyê li herêmê tevli gelekî konseran jî dibin û her wiha ji bo cîwanên herême jî xebatekî gelekî balkêş tê nîşandan.

1991 li Xindeqa kurekî Aydin çêdibe (Zana 16.06.1991/Xindeqa) Di wê salêde li Tekman ê navenda navçeya HEP (Partiya Keda Gel) tê damezirandin û Aydin jî dibe endam. Dîsa di wê salêde li Tekman ê bi ser qereqol a polêsande roketekî tê avêtin û dengê gerîla li Tekman ê belavdibe,karê Aydin ji dest tê girtin, Aydin li Erziromê ji alî tîmên taybetîde tê biçavkirin û bi mirinê te gef kirin, piştî fersendekî Aydin ji Erzirom ê derdikeve diçe Izmir, Bursa, Stembol, Enqere li wan derûdera demekî disekine….

1992 Meha adar ê Aydin rêya xwe hîn dirêjtir dike, ji xwe rê jîyana wî bi tevahî di rêyande derbasdibe ger mirov bipîve bi milyonan km dike her wiha Aydin derdikeve Almanya û li Dortmund ê dibe penaber. Aydin li Dortmund ,Bochum ,Essen, Hagen, Hamm bi tevahî dikeve nava xebat ên çand û huner a Kurdî, li wê herêmê Ekîbekî tê çê kirin bi navê Koma Xebat; xebatên Musîk, Folklor û Şano yê bi hevre dimeşînin.

Bi navên Komelan û Hunerkom ê xebata xwe dimeşîne bi her awayî di nava xebatên çandî, wek konseran, şevan, dawetan û çalekîyan de cîh digire piştî 2 salan Aydin ji Koma Xebat diqete….

1994 Li bajarê Hagen ê Koma Helîm Dener ava dikin û Li bajarê Dortmund ê bi navê International Konzert Albumekî çêdibe, Aydin di vê albumê de 4 stranan dibêje ku 2 stranên xwe û 2 stran jî gelêrîne. Bivî awayî Aydin 3 salûnîv bi tenê li herêm a Sauerland li Neheim-Hüsten dijî… 1995 Aydin bi awakî gelek zor û zehmet tenê xanima xwe dikare bîne, êjarjî 3 zarokên wan li welat dimînin, piştî demekî zarokên xwe jî tîne û her wiha piştî ew qas zilm û zorî, bi malbatî xwe digihînin hev…

1996 Li Neheim-Hüsten Keçekî wan dîsa çêdibe (Xerîb 01.02.1996/Neheim-Hüsten )lê li vir jî tiştekî balkêş heye ew jî dewlet a Almanya; çawa dewletekî demokratîke ku navê Xerîb ê bi Kurdî dabiland nakin.

Aydin vê rewşa hanê digîhîne rojanmê û ev rewş a hanê ecêb tê weşandin, piştre navê Xerîb ê tê nivîsandin. 1998 Aydin mala xwe dibe Berlin ê û li wir bi Akademiya Çand û Hunera Kurdî şaxê Berlin êre xebatên xweyên hunerî, bi tevlêbûna wek konser, şahî, dawet û çalekî yên ku li her derê Almanya û li gelek welat ên Ewropa yê berdewam dike.

1999 li Berlin ê dîsa keçekî Aydin çêdibe (Dîrok 04.06.1999/Berlin) 2001 Bi navê Şevbêrka Dengbêjan albumekî ji alî Mîr Mûzîk te tê çekirin û di vê albumêde cîh didin 2 stranên Aydin jî.

2002 Aydin di jiyan a xwede piştî 30 salên xwe dabû stranan; cara yekemînek u ew qas bi coşî dibû xweyiyê albumekî bi navê Bêje lê tiştek hebû, Aydin tu caran qîmet û rûmet neda karbend û pîyas ê lewma jî pîyase nefikirî. Tenê ji stranan heskir, ji stranan rê xebitî û her tim sitran..

2003, Di albuma tevlihev a Stranên Dilê Me-Bilez de Bi stranekî cîh digire.

2005, Di albuma tevlihev a Şevbuhêrka Dengbêjan 2 de bi klamekî cîh digire.

2006, Di bin navê Stran Jîyane 1 de, dîsa albumekî çê dike û ji bona biranîna Bavê xweyê Enwer ku di 15 Tebax a 1999 an de, bi êrîşavêtina leşkerên dewleta Tirk a li ser gundê wan, li Xindeqa Şehîd ketibû; navê albumê lê dike Bavê Min . Her weha Aydin Müzik Produksiyon vê xebatê digîhîne heskiriyên Aydin.

Îroj jî di nava dilê Aydin de wek kurahiya behra Wan ê bi hezar an stran hêlîn kolane û wek guşe guşa çemê Erez jî diherike Ji bo Aydin jiyan eve. Hîna bi saziyên Kurdan re di nava xebatandaye, endamê Yekîtiya Hunermend ên Kurdistan ê ye, Hîn xorttir li ser Klasîk ên Kurdî, stran ên gelêrî û her wiha li ser beste yên xwe xebatên xwe berdewam dike û hîna jî li serokbajar ê Almanaya ê li Berlîne jîyana xwe didomîne.

 

loading...