"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Cîhan Roj

Cîhan Roj, di sala 1965’an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê tê dinyayê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîseyê li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsîna wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî, têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matamatîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala du hezar û şeşan de di Azadiya Welat de tê weşandin.

loading...

Nivîskar ji sala 1993’yan heya sala 1997’an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberiyê dike. Di sala du hezar û yekî de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, Konferansa Nivîskaran tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil ‘’Ratîka” di sala 2002’yan de çap dibe. Di gellek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî têne weşandin. Demeke dirêj di malpera “Diyarname” yê de qunciknivîskariyê dike.

Heya niha sisê jê helbest, sisê jê çîrok, heft jê roman  sêzdeh berhemên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi Tirkî derçû. Bi tevî kitêbek derheqê Cegerxwîn de hatî weşandin, di kitêba bi navê “Kawayê Min” de û di kitêba kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatî çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.

BERHEM:

Ratîka, Helbest, Weşanên Sî, 2002, Stenbol

Meyman, Çîrok, Weşanên Lîs, 2006, Amed

Deriyê Çîrokê, Çîrok, Weşanên Do, 2008, Stenbol

Aqil Diçe Sewda Dimîne, Helbest, Weşanên Do, 2008,  Stenbol

Gîtara Bê Têl, Roman, Weşanên Do, 2009, Stenbol

Meşa Moriyan, Roman, Weşanên Evrensel, 2011, Stenbol

Perde, Roman, Weşanên Na, 2012, Îzmîr

Sehne, Çîrok, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd, 2013, Duhok

Serkêş, Roman, Weşanên JJ, 2014, Amed

Hurcahil, Roman, Weşanên JJ, 2015, Amed

Reş, Roman, Weşanen JJ, 2015, Amed

loading...

Av û Berf, Helbest, Weşanên JJ, 2018, Amed

Mala Baz, Roman, Weşanên JJ, 2018, Amed

loading...