"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Şêxmûs Sefer

Di sala 1977’an li Mêrdînê hatiye dinê. Ji sala 2002’yan û vir de li Amedê dijî. Di rojnameya Azadiya Welat de nêzî sê salan xebatên rojnamegeriyê dike. Ji ber xebatên xwe yên sendîkayê di sala 1999’an de ji Dersimê sirgûnî bajarê Nevşehirê dibe. Helbestên wî yên ewil di Jiyan Rewşen de hatin weşandin.

loading...

Pirtûka wî ya yekem di sala 2006’an de bi navê Bîstan Hatin Berdan û ya duyem jî bi navê Piştî Xezal Terqiyan di 2011’an de derket. Du heyna di konfederasyona KESKê de serokatiya sendîkayê kir. Di Meclîsa Aşitiyê ya Amedê de du salan di sekreteriya wê de xebitî. Gelek caran berdevkiya Platforma Şaxên Sendikayên KESKê ya li Amedê û ya Platforma Demokrasiyê kiriye. Li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn du  salan wekî mamosteyê helbestê ders da ye.

Nêzî şeş salan ji bo televizyonên Kurdî bi navê Bêndera Çandê bernemayên çand û hunerê amade û pêşkêş kiriye.  Di Komeleya Nivîskarên Kurd û Navenda PENa Kurd de bi salên dirêj wekî rêvebir xebitiye. Ji bo şanoya bajêr ya Amedê helbestên mûzikalên Hamlet û Mem û Zîn nivîsandiye. Pirtûka Konstantin Stanislavsky ya bi navê Afirandina Karakterekê wergerandiya Kurdî.

BERHEM:

Bîstan Hatin Berdan, Helbest, Weşanên Lîs, 2006

Piştî Xezal Terqiyan, Helbest, Weşanên Ronahî, 2011

loading...