"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Casimê Celîl

Zayîn 25’ê çiriya pêşîn 1908
Mirin 24’ê çiriya pêşîn 1998 (89 salî)

Casimê Celîl di sala 1908’an de li Ermenistan’ê ji dayîk bûye. Casimê Celîl di sala 1931’an de dixebite. Ew li vira dibe redaktorê pirtukên nivîskarên Kurd, bo lê mêzekirinê, di ber destê wî ra derbas bûne.

loading...

Casimê Celîl di warê edebîyat, zargotin û Dîroka Kurdistanê da bê sekinandin û bê westan hettanî van rojên dawiyê jî gelek xebat pêkanîye. Wusa herdu kurên wî Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl û keça wî Cemîla Celîl ser folklor, dîrok û sazbendiya Kurdî xebatên hêja pêkanîne.

Di nav helbestên Casimê Celîl de welathizî û enternasyonalîzmê cîhikî fireh girtîye. Di sala 1954’an de pirtuka Casimê Celîl ya pêşîn bi navên Elegez li Erîvanê hat çapkirinê. Pey vê pirtukê ra di sala 1960’în de Casimê Celîl pirtukeke bi navê “Roja min” nivîsî. Di vê pirtukê de nivîskar nîşan dide ku, gelên Sovyet, wusa jî pareke Kurdên li Yekîtiya Sovyeta berênçawa paşî Şoreşa Oktobrê hatine gîhîştine van rojên dilşa, bextewar û azad.

Casimê Celîl di roportajekê de wiha dibêje:

Ez Casimê Celîl, ji welatê Qersê me, ji qeza Qersê me. Ji 1918 em ji Qersê tevî êla me êşîrê hatin Ermenistanê, Êrîwanê. Biçûktîya min rind tê bîra min. Gundê me deşt û zozanên me, dora wê, zevîyêd me,bostanê pêşîya gundê me, ber gundê me. Çemek di orta gund da dikişîya. Hûrik-hûrik biçûktîya min tê bîra min. Navê gundê me Qizilqûle bû. Bintara Qizilqûleyê bevrek bû, gundê ermenîya.  Fêza Qizilqûleyê Dîgor bû. Du Dîgor bûn. Dîgorekê ra digotin Dîgora Elîaxa, Dîgora din ra jî digotin Dîgora ermenîyan demek qeza bû reyon bû. Reyona wan gunda bû.

Bawer bike gund bi ser gundan ra hene. Gundê me wê qezê de di ser gelek gundan ra bû. Gundê me ra pêşîyê gotine Qizilqûle yanî “Deşta Zêra”. Bi rastî jî Deşta Zêra bû. Kîjan alî bizîvirîyayî, biçûya kîjan goşeyî, te dît her hêşînayî, her Xwedê çi ku çêkiribû dabû tebîetê.

Welat da kurd, eşîreta êzdîya, ermenî, tirk, eşîreta me kurda diman ti kes kormîşî [têkilî] ti kesî nedibû. Yekî nedigot te nigê xwe xwar danî. Tu çira aha hatî, çira aha çûyî? Cimeat her çar millet çawan malek bû. Lê şerê [19]14an şerê pêşîyê, şêrê mezin gelek millet cimeata tev hev kir. Pev ra da şerkirinê. Piştre hêla me da bû şer û daw, di wî şer û dawî da em hatin Êrîwanê.

loading...