"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Ehmedê Huseynî

Ehmedê Huseynî helbestvanekî navdar ê kurd e. Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan kiriye. Di Roj TV’ê de bernameya wî heye.

loading...

Ehmed Huseynî di sala 1955’an de li Amûdê ji dayik bû. Amûdê bajarekî Kurdistana Başûrê Rojava ye. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê qedand. Piştre li Zanîngeha Şamê ya Sûriyê beşa Felsefeyê qedandiye.

Hikûmeta Sûriyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ew neçar ma ku karên ne li gorî xwe bike. Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên kurd berê xwe da Ewropayê.

Huseynî di sala 1989’an de çû Swêdê. Niha jî li Îngilistanê dijî. Gelek pirtûkên Ehmed Huseynî hatine çapkirin.

Di sala 2002’yan de berhemên wî yên giştî yên bi navê Dîwan ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatin çapkirin.

Berhem

  • Mistek ji şîna bêcir, Stockholm, 1990 Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê
  • Bi xewna we pênûsê dilorînim, Stockholm, 1993, Weşanên Jina Nû
  • Rono û sirûdên bêrîkirinê, Stockholm, 1994, Weşanên Jina Nû
  • Sîriskên hesinî (Selîm Berekat) Wergerandin, Stocholm, 1997, Weşanên Apecê
  • Dîwan (Berhemên Giştî), Stenbol, 2002, Weşanên Avestayê
  • Bajarê Dirinde, 2003, Weşanên belkî
  • Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî 2004, Weşanên Aram

Çend mînak ji helbestên wî

 
Nimêjgeha XewnêDîsa bendergehên xemgîn ên giyanê min,

pêşwaziya pelên kenê te û dilsojiya berbejn

û bazbendaên bejna te dikin.

Dîsa pencereyên şînîgir ên dilê min,

pêşwaziya tîrêjên hetava peyvên te

û serava çolistana zuha ya gazinên te dikin.

Dîsa gulên xewnê rengên xwe ji lêvên te,

bîna xwe ji sêvên te, didizin.

Dîsa zîvên gerdena Zînê,

di şemala gerdena rojçêbûna te de,

loading...

di helkehelka raz û nehêniyên dûrbûna te, dirizin.

Dîsa şewatên ferhenga bîra min,

“serxet” û tirsegavên bêrîkirina dapîra min,

sertaca Amûdê ji bo rondikên xatirxwestinê hildibijêrin.

Dîsa bendên axê, bîna rihana destê te

û pirtûka êşa stêrkên sînga te,

çîroka aferîdeyên ji tozê,

ji miriyên xoşewîst re dibêjin.

Dîsa hineya porê te,

di asoyên sersomiya min de,

sawa şevistanê ji bîr dike.

Dîsa bişkojên bişirîna te;

Ji nişkê ve nermebarana nêrîna te,

Paytexta seferê pîr dike.

Dîsa wek dara hinarê ya ji westana dayika min,

li xuşîna rûpelên zimanê te digerim.

Dîsa wek çûkên destê sibê,

li ser şaxên metirsiya te,

di bêhûdeyiya navê xwe de , radiperim.

Dîsa zingîna zencîran pêşkêşî sermageriya tozê dikim.

loading...

Dîsa leşkerên pêxêra dîroka te radestî xencera dozê dikim.

Dîsa xweliya dengên xwe û bêzariya rengên xwe

û giryana cengên xwe li ber lingên te radixînim.

Dîsa çira hevdîtina mişextên mirî,

bi dudiliya duryan û bi kêlikên velerzînê,

bi nehwirînê, dişikînim.

Dîsa di kavilên xwîna xwe ya windayî de

di wêrana birîna xwe ya rizyayî de

di dûmana axîna xwe ya serberdayî de

qebqeba kewên te, desthilata dewê te,

êşa berboriya te dikişînim.

Dîsa pişta xwe didim dilovaniya ava te

û berê xwe didim reştava te

û bîranînên reşekonan bi melhêbên girî didêrim.

Dîsa wek çavkaniyeke kûvî,

ji keservedana te der diçim

û zeviyên matmayîna te de,

di sirûdên zayîna te de, diçêrim.

loading...