"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Şikoyê Hesen

Şikoyê Hesen (1928-1976) Mîrê helbesta Kurdî ,Helbestvanê nenas heta roja îro,xwedîyê helbesta “Zimanê Kurdî” [1],li gundê Camûşvana Biçûk yê navçeya Axbaranê ya Ermenistanê di sala 1928an de hatîye dinê Mala bavê wî di eslê xwe de ji gundê navçeya kars ê ye ,Hesen di 17ê hizêrana,1928 de li vî gundê çêbû.

loading...

Gava 5 salî bû, bavê wî Mîdo nexweş ket û 25 salî bû. Piştî mirina bavê wî, mamê wî Sofî ew xwedî dike li gor pirtûka “Dîroka Edebîyata Kurdî” ya Maruf Khaznadar [2] ,Di sala 1956an de tevî radyoya Yerîvanî kar dike,Li akademîya zanistî ya Peterburgê li enstîtûya rojhilatnasî di beşê Kurdnasîyê de tê bi cih kirin,Di nîvê salên şêstî yên sedsala 20an de ji alîyê desthilata Bexdayê ve dihat bombebaran kirin.

Şorişe Îlona 1961an di şer de bû Rojnameyên Ewropayê nûçeyên wêrankirina Kurdistanê diweşandin, piranîya sernivîsên rojnameyan bi navê “Kurdistan Dişewite” bû ,di sala 1965an de Şiko ev helbesta li bajarê Yerevan ê nivîsandîye û hestên helbestvanekî li hemberê erdê xwe,warê bav û bapîrên xwe raber dike Di helbesta “Kurdistan Dişewite” de wiha dibêje:

Şer e, şer e Lalê can

Dişewite Kurdistan

Ji nav mija barûtê

Dengî şîn û girî tê

Nalînê kal tifala Tê

ji çiya û newala

Qîjîna qîz, dayîka

Ketye mêşê wawîkan

Qûrîna şêr ‘efata

Mînanî şûr û balta

Û zulfeqar û xencer

Qut kir dijmin dil-ceger

loading...

Şer e, şer e, Lalê can

Dişewite Kurdistan

Ji nav mija barûtê

Dengî şîn û girî tê

“Payîz û Ba[3] komek e ji helbestên bijartî yên Şiko hate çapkirin sala 2008 an.

Berhemên Şiko : “Qalçîçek” (1961), “Tembûra Kurda” (1965) û “Meremê Dilê Kurd” (1970), Perwaza Weten 1977

çend helbestên Şiko [4]

[5] http://www.helbestakurdi.com/helbest/sikoye-hesen-zimane-kurdi.html

[6] https://en.wikipedia.org/wiki/Maruf_Khaznadar

[7] https://www.pirtukakurdi.com/payiz-u-ba-578-tr

[8] http://www.helbestakurdi.com/helbestvan/%C5%9Eikoy%C3%AA-Hesen.html

loading...