"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Roza Metîna

Roza Metîna di sala 1985’an de li gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazîyê ku girêdayî Mêrdînê ye ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Dêrika Çiyayê Mazîyê xwend. Li Amedê li Zanîngeha Dîcleyê beşa Gihiştina Zarokan xwend.

loading...

Ji bo Zarokan li Tv’yê bernameya zarokan a bi navê ‘Fêrgeh’ hem amade kir hem jî pêşkeş kir. Nêzî du salan  bernameya nîqaşê ya bi navê ‘Nûjen’ pêşkeş kir. Du salan di Rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd de cih girt. Li Kurdî-Dera Amedê xebatên bi dildarî meşand. Niha li Amedê di çapemeniyê de dixebite.

BERHEM:

Bilindahiyên Xwedawend, Helbest, Weşanên Tevn, 2014, Stenbol

Hêviyên Dilazad, Helbest, Weşanên J&J, 2015, Amed

Sêgoşe û Çargoşe, Çîrok, Ji Bo Zarokan, Weşanên Hîva, 2016

loading...