Jiyana Bekir Begê Erizî

Bekir Begê Erizî helbestvan û peykertraşê kurdan e, bi taybetî li deverên Behdînan, Hekarî û Botan navdar e. Bekir Beg kurê Behder Begê ye, ji gundê Erizê ye, ku dikeve ser Çiyayê Metînan. Li rojavayê Bamernê Bekir Beg ji malbateke navdar bûye û li herêma Behdînan, ji ber navê gundê wî, paşnavê wî bûye Erizî.

Bekir Beg li sala 1767 hatiye dinê û li gor rewiştên malbat û malmezinan xwedî bûye. Ji ber ku malbata wî dewlemend bûye, di jiyaneke xweş de mezin bûye, her ji zarotiyê de li ba mirovên zana û şarezayên wî çaxî ketiye ber xwandinê, ta ku fêrî xwendina qoran û nivîsînê bûye. Paşan li dibistanên Amêdî, Bamernê û Mayê li ba mamoste û zanayên navdar xwendiye.

Lê ta niha nehatiye zanîn, ka bawernameya zanatî wergirtiye yan na. Weke tê gotin, Bekir Beg ji şagirtên herî zîrek, bîr tûj û dûrbîn bûye; mîna ku mamostayên wî pesna wî didin. Ew di nav heval û kesûkaran de xweşewîst bûye. Dibêjin, hêşta Bekir Beg di jiyekî biçûk de bû, dema peyv li hevdianîn û rêkdixistin û mîna helbestan digotin.

Ev yeke jî guman têde nîne, ji ber ku cihê jiyana wî li Berwarî Bala û bi taybet gundê wî Erizê li ser çiyayê metîna bûye, ku dîmenên pir ciwan û spehî têde hene; weke kanî, robar û hemû cureyên gulçîçekan, awazên kew, şalûl û bilbilan li ser zinaran, li derdora gundê wî.

Vê yekê bala helbestvanê me kişandiye, ku afirandinê ji van dîmenên ciwan û spehî bike. Ji vê yekê xuya dibe, ku Bekir Beg çiqas aşiqê Kurdistanê bûye û bedewiya wê çiqas bandor li nivîsên wî kiriye. Mamostayê nemir (Mela Enwerê Mayî) di pirtûka xwe de, ya bi navê „Kurdên Behdîna“ de qala wî dike.

Lê Binêre

Melayê Cizîrî’nin Dîvân’ında Semâ

Melayê Cizîrî’nin Dîvân’ında Semâ (Musiki ve Raks)

M. Nesim DORU /  Melayê Cizîrî’nin Dîvân’ında Semâ (Musiki ve Raks) / Mukaddime, 2017, 8 …