"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Birahîm Qasim

Birahîm Mele Qasim Nivîskar û Helbestvan e. Di sala 1961m an de li gundê Hemzebegê,herêma Dêrika Hemko li rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

loading...

Derçuyê Zanîngiha Helebê beşê Peymangiha Bazirganî di sala 1985 an de.

Bavê şeş zarokan e.

Karmendê dezgeha Cotkara ye.

Endamê desteya rêveber ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ye.

Endamê desteya sernivîser a Kovara Pênûsa Azad de ye.

Endamê Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriya ye.

Mamostayê beşê wêje di Peymangiha Bedirxan de ye.

Berhemên wî ê çapkirî bi Kurdî ev in: 1-Şîn û Zayîn-Helbest çapa Şamê 1991m.

2-Fîxan-Helbest çapa Dêrika Hemko 2005m.

3-Vekolîn – vekolîneke lezgîn di tore û wêjeya Kurdî de çapa Dirika Hemko sala 2012.

4-Vekolîn – Ciwaniya Helbesta Kurdî- çapa Hesekê sala 2017 an de.

5-Azariya Dêmên Mehweşîn –Helbest- çapa Qamişlo sala 2018 an de.

loading...