"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Kadîr Çelîk

Kadîr Çelîk di sala 1964’an de li gundê Omê, bi ser bajarê Konyayê ve hate dinê. Di malbateke girêdayî nirxên nasnameya Kurdî de mezin bû. Bi taybetî ji bavê xwe gelek sûd wergirtin ku di dema xwe de bêjer û zanayekî bi nav û deng bû.

loading...

Kadîr Çelîk dibistana pêşîn û ya navendî li gundê xwe kuta kir û bi dû re li bajarê Enqerê bi cîh û war bû. Piştî çend salên li Enqerê berê xwe dide welatê Swêdê û ji sala 1984’an û bi vir de li Swêdê, li bajarê Stockholmê jiyana xwe didomîne. Li Swêdê dibistana amedeyî teva dike û her wiha gelek sal in bi karê wergerê re mijûl e.

Cîhê gotinê ye ku Kadîr Çelîk ji sala 2004’an û bi vir de di cûrbecûr kanalên televîzyonên Kurdî de bernameyên wêjeyî amade û pêşkêş dike. Çelîk, ji çûkaniya xwe de bi wêjeya Kurdî re peywendîdar bû. Di vê pêngavê de bandora bavê wî li ser wî mezin e. Ji salên dibistana amadeyî bi şûn de bi giranî li ser fêrbûna ratsnivîsîna Kurmancî radiweste û bi vî hawî jî xwe zêdetir nêzî wêjeya Kurdî dike. Peywendiya Kadîr Çelîk û helbesta kurmancî di salên 90’î de xurttir dibe û giraniya xwe dide ser xwendin û lêgerîna curbecur ya helbesta Kurdî.

Helbestên Kadîr Çelîk ku di wê demê de hatine nivîsîn di sermaweza 2015’an de ji nav weşanên J&J de, li Amedê, bi navê ”Payîza Pelweşan” derketin pêşberî hezkiriyên helbestê.  Bi Sala 2018’an jî du dîwanên wî ”Êşname” û ”Li Benda Berbangên Derengmayî” li Stockholm/Swêdê di nav weşanên Enstîtûya Kurdî ya Stockholmê ve hatin weşandin.

Kadîr Çelîk endamê PEN’a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd û Yêkîtiya Nivîskarên Swêdê ye.

loading...