"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan (Murad Ali Ciwan – Mehmet Ali Çılgın)  Siyasetmedarê Kurd e.

(Navê wî yê ji zaroktiyê Mehmet Ali Çılgın e. Piştî xebatên siyasî û derketina derveyê welat wî navê Murad Ciwan bikaranî. Piştre li Swêdê bi riya resmî navê xwe guhert, kir Murad Ali Ciwan.)

Sala 1956ê li Diyarbekirê (li gundekî qezaya Çinarê) ji dayik bû. Di navbera salên 1970-74ê de çar salan Xwendegeha Mamostatiyê ya Diyarbekirê xwend, sala dawîn hat sirgûnkirin bo Akşehîra bajarê Qonyayê li wê derê dîplomeya mamostatiya perwerdeya bingehîn wergirt. Salekê li Enstîtuya Perwerdeyiyê Diyarbekirê (Diyarbakır Eğitim Enstitüsü) Îngilîzî fêr bû, salekê jî li Fakulteya Hiqûqê a Unîversîteya Îstenbolê hiqûq xwend. Salên dijwar ên pevçûnên gêncan, anarşî û nearamiyê bûn, navber dayê, vegeriya Diyarbekirê, di nav bizava kurdewerî de berpirsiyarî hildan. Piştî derket derveyê welêt, sê salan li Swêdê/Stockholmê, li Xwendegeha Bilind a Toknilojiyê a Qiraliyetê (Kungliga Tekniska Högskolan -KTH-) perwerdeya mihendîziya komputerê xwend.

Berî Darbeya eskerî ya sala 1980yî li welêt mamostatî kir, pişt re di şaxên devera Kurdistanê ên bizava sendîkayên karkiran (DİSK, TURKİŞ) de cih girt. Pênc mehan berî Darbeya Eskerî ya 12ê Îlona 1980yî, di Nîsana 1980yî de ji bo ku lê hat geriyan derket derveyê welêt li Almanyayê ma. Piştî hatina Darbeya 12ê Îlonê li Swêdê bi cih bû. Li Swêdê mamostetiya zimanê dayikê (bi kurdî û bi Tirkî) kir, tercumanî, karê teknolojiya weşangêriya ofset û dîjîtal, mamostatiya matematîkê kir. Li Swêdê û Tirkiyeyê di karên medyayan de (Tv’yên cuda) amade bû.

Heta sala 1992yê, di gêncîtiya xwe de, berê, di nav refên PDKTê de, di dema salên xwe yên xendina bilind de jî di nav sefên KİP/DDKDê de û tevgera dewama wê PÊŞENGÊ (Partiya Pêşeng a Karker a Kurdistanê) de di astên cuda de berpirsiyarî hildan ser milên xwe. Di sefên tevgerên bizava Kurdan de, zêdetir bi karên medayayî, çapemenî, kultur, edebiyat, dîrok û ziman ve mijûl bû. Ji 1992yê pê ve bi temamî xebata siyasî ya rêkxerî berda, wek lêkoler, rojnamevan û nivîskarê serbixwe yê serbest tevgeriya.

Gava di nav sefên PDKTê de bû, yek ji endamên redaksiyana navendî ya kovara îllegal a XEBATê bû. Di destpêka salên 80yê de wek berpirsê redaksiyonê, nivîskar û koordînatorê giştî yê kovara çandeyî û pîşeyî TÎRÊJê kar kir. Du hejmarên Tîrêjê li derveyê welêt hatin weşandin ku ew jî di bin koordînatoriya wî de bûn.

Di Pêşeng, Jîna Nû, Devrimci Demokrat Gençlik, Armanc û Medya Guneşîyê de ku weşanên KİP/DDKDyê û Pêşengê bûn, di weşana bi navê Tevgerê de ku organa yekîtiya Kurdên Bakur a piştî 12ê Eylulê bû û di Sol Birlikê de ku organa Yekîtiya çepên sosyalîst ên Kurd û Tirk a bi navê Sol Birlik bû di redaksiyonan de û di hinan de ji di berpirsiyariya weşangeriya wan de amade bû, nivîsên wî di wan de hatin weşandin. Li Swêdê, di kovara Berbangê a Federasyona Kurdên Swêdê de, di redaksiyonê de kar kir, nivîsên wî tê de hatin weşandin. Koordînatorî û berpirsiyariya giştî ya kovarên zarokan Hêvî û Hêlînê kir ku li Swêdê dihatin weşandin. Koordinatoriya Çapxaneyeya Kurd û Weşanxaneya JÎna Nû kir ku ciyê wê li Swêdê-Stockholmê bû û di salên 80ê de gelek kitêbên bi Kurdî û li ser kurdan weşandin.

Endamê damezrêner ê Weqfa Kultura Kurd a li Stockholmê (Kurdiska Kultur Stiftelsen i Stockholm)ye. Di xebat û projeyên vê weqfê ên li ser ziman, kultur û edebiyata Kurdî de cih girt.

Berpirsiyariya Weşana malpera nûçeyan a bi navê NETKURDê kir ku di navbera salên 2004-2012ê de ji Stockholmê weşana xwe kir. NETKURD yek ji wan portalên destpêka jiyana Înternetê bû ku seranser bi kurdî weşan dikir.

Lêkolînên Murad Ciwan bi giranî li ser warên ziman, edebiyat û dîroka Kurda ne. Wekî çavdêrekî siyasî û rojnamevan lêkolîn, nivîs, hevpeyivîn û konferansên wî jî hene û hê berdewam dikin ku li ser rewşa aktuel a kurdan û ew welatên ku Kurd bi ser wan ve ne. Li ser globalîzasyonê, post-modernîzmê û civaka agahiyan, rola wan a li ser pirs û rewşa kurdan, li ser civaka kultur û zanistan û demokrasiyeka nuh a cîhanşimûl jî meqale û lêkolînên wî derketine.

Berhemên wî:

Ji destpêka salên 80yan heta nuha gelek meqale, lêkolîn û hevpeyivînên wî yên siyasî di gelek rojname, kovar, malper, radyo û televizyonên kurdan de hatine weşandin.

Kitêbên wî:
– Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi, Weşanên Jîna Nû, 1992, Stockholm. Ew li çapxaneyeka li Bulgaristanê hat çapkirin. Edîsyona berfirehkirî ya vê kitêbê wek çapa 2yê di sala 2014ê de li Diyarbekirê hat weşandin.

– Ahmedê Xanî, jiyan, bîrûbawerî û berhemên wî(Ahmed Hani’nin yaşamı, düşünceleri ve eserleri), bi kurdî, Weşanxaneya Dozê, 1996, İstanbul.

– Çaldıran Savşı’nda Osmanlılar, Safeviler ve Kürtler (İlk Kürt-Osmanlı İttifakı -1514-). Bi Tirkî. Weşanxaneya Avestayê 2015, İstanbul.

– Ehmedê Xanî, Jiyan bîrûbawerî û Berhemên wî. Çapeka jinuhve nivîsandî û berfirehkirî a li ser jiyan bîrûbawerî, berhemên Ehemdê Xanî û tarîxa dewra wî. Bi kurdî. Weşanxaneya Avestayê, 2019.

Çîrok û xevroşkên ji bo zarokan ên bi kurdî, berhevok û werger:

– Dîkil Ağa, çîroka gelêrî ya kurdan, Stockholm Kürt Kültür Vakfı yayınları. Yê berhev kiriye û xistiye ser warê nivîskî Murad Ciwan, Weqfa Kultura Kurdan a li Stockholmê, 1994, Stockholm.

– Kêz Xatûn, çîroka gelêrî ya kurdan, Stockholm Kürt Kültür Vakfı yayınları. Yê berhev kiriye û xistiye ser warê nivîskî Murad Ciwan, Weqfa Kultura Kurdan a li Stockholmê, 1994, Stockholm.

– Silko, çîroka gelêrî ya kurdan, Stockholm Kürt Kültür Vakfı yayınları. Yê berhev kiriye û xistiye ser warê nivîskî Murad Ciwan, Weqfa Kultura Kurdan a li Stockholmê, 1994, Stockholm.

– Şengê û Pengê, çîroka gelêrî ya kurdan, Stockholm Kürt Kültür Vakfı yayınları. Yê berhev kiriye û xistiye ser warê nivîskî Murad Ciwan, Weqfa Kultura Kurdan a li Stockholmê, 1994, Stockholm.

– Manga Sor û Qiriko, tekst: Jujja ve Tomas Wieslander, Wêne: Sven Nordkvist. Wergera ji Swêdî bo Kurdîyê, kitêbeka ji 12 çîrokên modern ên zarokan pêkhatî, Apec Yayınevi, 2005, Stockholm.

Meqaleyên encamên vekolînên zanistî: Ev nivîsar hemû di malpera şexsî ya bi navê muradciwan.com dikarin bên peydakirin:

– Musul gerçeği ve “tarihi haklar” masalı. Meqaleyeka lêkolînî ya bi tirkî, li ser pirsa Kerkûkê ku cara pêşîn di kovara Medya Guneşî de derket. Ev kovar di dawiya salên 80yan destpêka salên 90an de li Stenbolê dihat weşandin.

– Bilgi toplumu ve Kürt sorunu. Bingehê wê konferansek bû ku di 1997ê de li Stockholmê li Enstîtuya Kurdî hat dayin, pişt re bi Kurdî û TirkÎ gelek meqale li ser vê pirsê hatin nivîsîn.

– Civaka IT û pirsa kurdî,bingehê wê konferansek bu ku di 1997ê de li Stockholmê li Enstîtuya Kurdî hat dayin, pişt re bi kurdî û TirkÎ gelek meqale li ser vê pirsê hatin nivîsîn.

– Dîtineka cuda li ser Alayên Hemîdiye

– Hamidiye Alayları’na farklı bir bakış açısı

– Amasya Bağımsız Kürd Emirliği. Di dîroka Kurdan de, cara pêşî Murad Ciwan li ser vê mîrekiya serbixwe ya Kurdan rawestiyaye, ku li nîveka Anadoluyê ava bûye. Bi Tirkî ye.

– Kurdtiya Mîrekiya Menteşayî ya ku berî Osmaniyan li Anadoluya Rojava dewlet avakir.

– Osmanlılardan önce Batı Anadolu’da devlet kuran Menteşeoğullarının Kürtlüğü.

– Malazgirt Savaşı ve Kürtler

– Şerê Melazgirê û rola Kurdan

– Ahlat’ı yöneten ”SÖKMENOĞULLARI” Kürt müydü?

– Gürcistan’ın Kürt asıllı prensesi, Eyyubilerin Ahlat Melikesi Tamta’nın maceraları

– Serboriyên Tamtayî; prînsesa Gurcistanê ya kurdnîjad a Melîkeya Eyubiyan a Exlatê

– Xanedaniya Canpolatên Kilîsê, kuştina Husên Paşa û Alî û Paşa

– Şerefname; pencereya kurdan a ber li mêjûyê

– KUŞTINA MÎR ŞEREF XANÊ BEDLÎSÎ

– SEDEMÊ KUŞTINA ŞEREF XANÎ

– LI SER DUBEŞBÛNA KURDİSTANÊ: PEYMANA QESRA ŞÊRÎN

– Ji sehabe Caban El-Kurdî heta murşid Ebu’l Wefayê Kurdî

– Gelo Yavuz 40 hezar Alewî qetilkirin, ma Îdrîsê Bedlîsî xayinê neteweyî bû?

– Yavuz 40 bin Aleviyi katletti mi, İdris-i Bitlisi ‘ulusal hain’ mi?

– Çaldıran Savaşı’nda Osmanlıların, Safevilerın ve Kürtlerin rolü Mûrad Ciwan’la söyleşi

– Kuştina Mîrza Paşaye Dasinîyê Waliyê Mûsilê li Stenbolê

– Di Şerê Çaldiranê û buyerên piştî wê de rola Kurdan (Metnê temam ê kurte-teblîxa ku min li SEMPOZYUMA NAVNETEWEYÎ YA BEDLÎSÊ A I-ê a 26-27-28-ê Hezîrana 2014-ê da)

– Çaldıran Savaşı ve sonrasındaki gelişmelerde Kürtlerin rolü
(TirkÎya metnê temam ê kurte-teblîxa ku min li SEMPOZYUMA NAVNETEWEYÎ YA BEDLÎSÊ A I-ê a 26-27-28-ê Hezîrana 2014-ê da)

– İstanbul’da Babanzadelerden iki kızkardeş: NESLİHAN İLE DİCLEHAN

– ‘MUHTEŞEM YUZYIL: KOSEM’ Û KEÇA MÎR ŞEREF XAN
– Rola Şeref Xan di peydabûna bîrûbaweriya neteweyî ya kurd de

– Başlarından büyük işlere kalkışanlar; Yetmişliler, kısa otobiyografi, 78 Kuşağının Şen Çocukları, Ramon Kahraman, J&J Yayınları, 1. Baskı Ağustos 2018 s. 485-520. Ayrıca bak: muradciwan.com (kişisel blog).

EDEBİ

– DIZ, çîrok, çapa pêşîn: TÎRÊJ, Kovara Çande û Pîşeyî, hejmar 2, adara 1980yî, İstanbul/Diyarbekir

– Gulên berbiroyan, Cecilia Davidsson, Çirok, wergera ji Swêdî a ser Kurdî.Di Edebiyata Swêdî/îsveç Edebiyatı de. Veşanxaneya Avesta 2016 İstanbul. s. 141-148

– Şeva Hezar û Duduyê. Çîrok.Nivİskarê wê Mem. Wergera ji soranî a ser bi Kurmancî Murad Ciwan. Antolojiya Çîrokên Kurdî (1856-2003) c. I. Amadekar Firat Cewerî. Nûdem çapa yekê İstanbul 2003

– Şûrê Di Berî da, versiyoneka sivikkirî ji bo piçûkan, nivÎskarê wê nivîskarê Îngilîzî T.H. White. Murad Ciwan di dersên zimanê kurdî de tevlî şagirtên perwerdeya destpêkê ew ji swêdî kiriye kurdî.

NIVÎSÊN BALKÊŞ