"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Qado Şêrîn

Qado Şêrîn (1967, Qamişlo) çîroknivîsekî kurd e.

loading...

Qado Sêrîn di sala 1967’an de, li gundê Nehrozî ku dikeve herêma Qamişlo hatiye dinyayê. Wî li wir xwendina destpêkê xwend û di dû re û digel malbata xwe çû Qamişlo da ku xwendina xwe berdewam bike. Paşê jî çû bajarê Dêra Zorê da ku Enstîtuya Matemetîkê bixwîne. Wî çend salan karê mamostetiyê kir. Di sala 1995’an de penaber bû û niha li Holandayê dijî.

Ew kurteçîrokan dinivîsîne û pirtûkek ji stranên hunermend Mihemed Sêxo (digel birayê Mihemed Sêxo Beha Sêxo) çap kiriye . Qado Sêrîn gelek çîrok di rojname û kovaran de belav kirine, ji xwe gelek di malperên Internetê de jî. Di sala 1982an de dest bi nivîsandinê kiriye. Çîroka wî ya pêşî di dawiya salên heştêyî de di kovara Gurzek gul de belav bû. Di van salên dawî de ew bêtir Qilçixan dinivisîne, ew jî rexne ne.

Berhem

Ta ana sê pirtûk derxistine:

  • Stranên Mihemed Şêxo.
  • Serok û Merok(çîrok)
  • Isma’îl Emo, Bîr û boçûn
loading...