"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Zahid Birîfkanî

Zahid Birîfkanî hunermend, nivîskar û kemanjenekî kurd bû ku di 1967an de[1] li Dihokê (Başûrê Kurdistanê) hatiye dinyayê. Ew kurê helbestvan Şêx Memdûh Birîfkanî bû û xwediyê gelek berhemên hunerî bû.

loading...

Jiyana wî

Xwendina seretayî û navincî li bajêrê Dihokê temam kiriye û dû re li Zankoya Mûsilê beşa kîmyayê xwendiye.

Hunermend Zahid Birîfkanî demekê jî li welatê Swêdê jiyaye.

Mirina Zahid Birîfkanî

Di roja 23ê adara 2016an de hat ragihandin ku sê rojên berî li mala xwe hatibû kuştin[2]. Polîsên Dihokê ragihand ku bikujê hunermend Zahid Birîfkanî yek ji karkerên wî yê bi navê Simîr Mûsî Isî bû, lê hêj li bin lêkolinê ye[3].

Berhemên wî

  • Laleşîn: Dîwana Şêx Memdûhê Birîfkanî (1997), beşa yekê, çapxaneya APEC, Stockholm, Swêd.
  • Dîdarê yar: Dîwana Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî (2001), weşanên Roja Nû, Stockholm, Swêd.
  • Zibanê kurdî: Dîwana Şêx Nûreddînê Birîfkanî (2001), weşanên Roja Nû, Stockholm, Swêd.
  • Exlatî: Dîwana Şêx Memdû’hê Birîfkanî (2001), beşa duwê, weşanên Roja Nû, Stockholm, Swed.
  • el-Heqîqe we’l-beyan fî tercûmet sadat Birîfkan (1961). Nivîskar: Şêx Memdûhê Birîfkanî, Zahid Birîfkanî berhev û amade kiriye

Çavkanî

  1.  http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/flas-zahid-birfkan-hate-kustin-vdyo-h7979.html
  2.  http://waarmedia.com/zahid/
loading...