"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Seyîd Eliyê Findiqî

Seyîd ‘Eliyê Findiqî, di sala 1892-ê de li Findika Botan hatiye dinyayê. Findik nehiyeya Dihê ya navçeya Sêrtê ye.[1]

loading...

Seyîd ‘Elî kurê Seyîd Silêman, kurê Seyîd Îbrahîm, kurê Seyîd ‘Umer, kurê Mele Hesenê Xetîb e. Ev malbat bir riya Evdilqadirê Geylanî digihêje Îmamê Hesen.

Dema ko tataran bi ser Bexdayê de girt û ev bajar dagir kir, kalikên Seyîd ‘Elî koç kirin, hatin li Erzenê bi cih bûn. Niha ji Erzenê re dibêjin “Xirabbajar.” Ev gund dikeve navbera Misircê (Kurtalan) û Qubînê (Beşîrî). Piştî demekê ji Erzenê re “Xerzan” hatiye gotin. Seba vê, dema zagona paşnavan derket, mezinên wan ji wan re paşnavê “Erzen” bijartine, da ko ev nav neyê jibîrkirin.

Seyîd ‘Elî zaroktiya xwe li Findikê derbas kir. Pêşî li nik babê xwe xwend. Piştre weke adetên demê ji Findikê derket û çû Harûnan. Harûnan eşîreke cînarê wan e. Seyda li wir qederekê feqîtî kir. Piştre li gundê Bafê, li nik Mele Îsmaîl, li Kercosê li nik Mele Necmeddîn, li Bişêriyê, li nik Mele Îbrahîmê Korikî xwend. Piştre çû Farqînê, li Mizgefta Behlûl Beg li cem Muftî Seyîd Evdilrehman, Mele Hesenê Kiçik, li cem Mele Yaqûb û Mele Hamîd heft salan (ji 1333’an heta 1340’î) xwend. Di van salan de dersa feqîyan daye.

Dersa farisî li cem Hecî Fetahê Hezroyî xwend. Her wesa Seyîd ‘Elî jî dersa wî ya feraîzê (zanîna werasetê) daye. Seyîd ‘Elî destûrnameya xwe ji Seyîd Evdilrehman wetgirt.

Piştî ko vegeriya Findikê, demekê li cem apê bavê xwe Şêx Hesenê Findikê xwend û îcazetek ilmî ji wî jî stand. Piştî îcazetê, Şêx Hesenê Findikî keça xwe Rehîme daye wî, êdî Seyîd ‘Elî bûye zavayê Şêx Hesenê Findikî. Ev îcazeta ko standiye ji hêla hikûmetê (yanê dewletê E.B.) ve tehsîla mezin hate pejirandin û (ewî) leşkerî nekir.

Seyîd ‘Elî mudetekê li Findikê melatiya gund kir, dersa feqiyan da. Fetwayên Findikê û derdora wê demê tev li hêviya wî ma.

Li ser teklîfa Şêx Evdilahê kurê Şêx Mihemed Nûriyê Dêrşewî mudetekê li gundê Sinatiyê ders da feqiyan.

Di sala 1927-ê de Şêx Seydayê Cizîrî ji bo dersdayînê wî dawetî li cem xwe kir. Li Serdehlê –ku gundê Şêx Seyda bû- demeke dirêj ders da zarokên mala Şêx Seyda û feqiyên wan.

Li ser daxwaza ehlê Cinibrê, Şêx Seyda destûra wî da, çû Cinibrê. Cinibrê gundekî Cizîrê ye. 25 salan li Cinibrê ma; ders da û bi fetwayan mijûl bû.

Şêx Seyda hem îcazeta ilmê, hem jî îcazeta xelîfetiyê daye Findikî. Findikî xelîfeyê Şêx Seyda ye. Şêx Îbrahîm Heqî yê Basretî jî îcazeta xelîfetiya daye Findikî.

Seyîd ‘Elîyê Findiqî çawa ko alimekî mezin bû, wisa helbestvan jî bû. Qesîdeyên wî di nav xelkê herêmê de gelek bi qîmet in û gelekî jî belav bûne. Zimanê ko di dîwana xwe de bikar anîye gelekî hêsan e; her kes jê fêm dike. Naveroka qesîdeyên wî bi piranî jî şîret û we’zan pêk tê. Zimanê wî gelekî şirîn bû. Ji deverên dûr xelk dihatin cem wî da ko weke teberûkê dersekê li bal wî bixwînin. Seyîd ‘Elî tu caran dilê kesî nedihişt, her tim beşaş bû. Gelek caran di sohbetên xwe de henek dikirin.

Berhemên Findiqî

Gelek berhemên Seyda hene. Mixabin ji bilî dîwana wî ya ko ji hêla Nûbiharê ve hatiye çapkirin, berhemên wî yên din çap nebûne.

  • 1- Dîwan,
  • 2- Defû’ş Şubûhat fî nezm et Terehat,
  • 3- Hewaşîn ‘Ela Tefsîrî Qadî el Beydawî (Tefsîr),
  • 4- Rîsalet el-lem’e fî îadetî el-Cumû’e (fiqih),
  • 5- Rîsaletûn fî Necatî Ebeweynî en-nebîyyî (sîyer),
  • 6- Rîsaletûn fî cewazî Defî’z Zekatî Îla Benî Haşîm we Benî el-Muttalîp,
  • 7- Zûlfeqar-ı Elî ala reqabetî Munkîr el-Îstîmdadî mîn Nebîyyîn ew velî (Ekqide),
  • 8- Hewaşîn ‘Ela Dîwan el-Cezerî

Çavkanî

  1.  http://nefel.com/articles/article_print.asp?ArticleNr=4978
loading...