A.Bedir, di sala 1981’an de li Geliyê Zîlanê ya navçeya Erdîşê ku girêdayî bajarê Wanê ye ji diya xwe dibe. Zankoya Stenbolê beşa derûnasî/psîkolojiyê xwendiye. Li gor gotina xwe Avakarê Edebiyata Dengbêjesk e. Bi stîla dengbêjan helbest û romanan dinivîse, edebiyateke bi navê ‘Wêjeya Dengbêjesk’ ava kiriye. Bi vê stîlê pirtûka Xemzêm nivîsandiye.
Helbestên wî yên li ser feysbûkê yên bi Tirkî bi daxwaza weşanxaneya Tilkî Yayinlari û keda helbestkar Yelda Karataş pirtûka bi navê Heba Mezadı’ jî hatiye weşandin. Lê belê, piştî vê pirtûkê, A. Bedir, bi Tirkî nenivîsiye.
BERHEM:
Heba Mezadı, Helbest, Bi Tirkî, Weşanên Tilki, 2014
Xemzêm, Helbest, Weşanên JJ, 2016