"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Hogir Berbir

Hogir Berbir (z. 8’ê kewçêr 1967, Dêrika Çiyayê Mazî, Bakurê Kurdistanê) nivîskarekî kurd e.

loading...

Hogir Berbir, li gorî nasnameya xwe di 1976’an de, li gundê Pîrana (Pîrxetap) ser Şemrexê ya navçeya Mêrdînê dixûyê, lê li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayîk bûye. Dibistana seretayî kuta kir û ya navîn jî salekê xwend.

Di 1’ê rêbendana 1995’an de ji ber ramanên xwe yên siyasî û bi daraza endamtiya PKK’ê hate girtin. Nêzî 10 salan di girtîgehan de ma û di 15’ê gulana 2004’an de jî derkete derve. Nivîsandina bi zimanê zikmakî ji girtîgehan dest pê kir û mîna kurteçîrok, helbest, gotaran dinivîse û berhevkariyê dike.

Gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin. Çend dosya mîna çîrokên gelêrî, kurteçîrok û romanek nivîsandiye û mîna dosye hatine weşandin.

Berhem

  • Ji Dengbêj Fadilê KUFRAGÎ Destan û Çîrokên Kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, (Çîrok û Destanên Gelêrî) Avrêl 2007
  • Xezeba Agirê Har, Weşanên TEVN, (Çîrok) Tîrmeh 2008
  • Dursel û Marê Reş, Weşanên AVA, (Çîrokên Gelêrî) Gelawêj 2009
  • Dîk û Kîso, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
  • Ker û Şêr û Rovî, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
  • Pîrê û Dîk, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009 çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê,
  • Roviyê Bêdûvik, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009 çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê,
  • Şêr û Gur û Mî, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
  • Zira Kerê, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
  • Dîko, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
  • Qertel û Kîso, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009,çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
  • Siya Şikestûnê Tûrcel, Weşanên Aram, (Roman) Gulan 2011
  • Rovî û Kûsî, Weşanên Aram, (Çîrokên Gelêrî) Gulan 2012, Çapa 2. Weşanên Şaredariya Kayapinar, Gulan 2012
  • Rovî û Şêr, Weşanên Aram, (Çîrokên Gelêrî) Gulan 2012, Çapa 2. Weşanên Şaredariya Kayapinar, Gulan 2012
  • Destanên Kurdî, Weşanên Şaredariya Kayapinarê, (Çîrok û Destanên Gelêrî )Avrêl 2013
  • Melekê Tawûz û Yezîda, Weşanên Sîtav,(Çîrokên Gelêrî ) Avrêl 2014
  • Zinda(n)ame, Weşanên J&J,(Helbest ) Avrêl 2014
loading...