"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Keremo – (Kerem Tekoğlu)

Di sala 1984’an de li Farqîna Amedê li gundê Cano tê dinê. Piştî dibistana seretayî ji pirsgirêkên siyasî ya herêmê û ya malbatê nikare xwendina xwe berdewam bike. Di 15 saliya xwe de wekî pênaber tê bajarê Stenbolê, demeke dirêj di nava xebatên siyasî ya doza Kurdistanê de cîh digire.

loading...

Li gelek deveran perwerdeya şanoyê dibîne, piştre li gelek deveran perwedeya şanoyê dide. 3 lîstikên wî yên şanoyê xelata yekemîn digirin. Di damezrandina 11 saziyên çand û hunerê de cih digire. Li Med tv, Denge tv, Roj tv, Stêrk tv, Imc tv, Kurd 1, Kurdsat, Kurdistan tv û gelek qenalên din, gelek bernameyên televîzyonê çêdike û pêşkêşvaniyê wan dike.

Derhêneriyê dublaja gelek sînemayên dinyayî dike û werdigerîne Kurdî. Di gelek radyoyên Kurdî de bernameyên helbest û danasîna navdarên Kurdan çêdike. Nivîs û helbestên wî di gelek kovar, rojname û malperên Kurdî de hatine weşandin.
Niha li bajarê Tirkiyê li Stenbolê dijî.

BERHEM:
Êş û Evîn, Helbest, Weşanxaneya Do, 2012
Xewnên Gulê 1, Xewnên Gulê 2, Xewnên Gulê 3, Xewnên Gulê 4, Xewnên Gulê 5, Çîrok, Weşanxaneya Do, 2014
Kurdî -Tirkî Ferhenga Hiqûqî, Weşanxaneya Belge, 2014
Belgefimên Wî:
Dengên Veşarî, Dengbêjî
Şûr û Qelem, Hikmet Bozçali
Şûr û Qelem, Yaşar Kaya
şûr û Qelem, İbrahim Gurbuz
Şûr û Qelem, Damezrandina Enstituya Kurdî ya Stenbolê
Şûr û Qelem, Damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya
Şûr û Qelem, Damezrandina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî
Radyo Jiyan û 11 Ziman
Qulingê Birîndar, Seyadê Şame
Dîno, Asaf Koçak
Belgefîlmên Wî Yên Hê Tê Kişandin:
Humanîst, Jiyana Şehîdê Tetwanê ŞEVKET EPOZDEMÎR
Êş û Evîn, Konê Mala Paşê, Çîrokeke Pênaberiya Serhildana Agiriyê
Kurtefilmên Wî:
Birçî
Berxika min

ÊŞ Û EVÎN

Berî Mehemed
Berî Îsa
Berî Îbrahîm
Û berî Adem jî
Û berî ku Yezdanê dilovan
Bi zarê şêrîn bêje kelam
Ev ax avisê êşê bû
Me di hemmû baharan de
Evînê tov kir li zeviyan
Mixabin di hemmû havînan de
Piştê paleyiyê
Êş rijiyan ser bênderan.

loading...