"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mehmet Oncu

Mehmet Oncu, di sala 1961’ê de, li taxa bi navê Xarxarê ya bajarê Semsûrê ji dayîk bû. Dibistana seretayî û navîn li Semsûrê xwend û li Zanîngeha Anadoluyê ji Beşa Kargêriyê mezûn bû.

loading...

Nivîskar, lekolîner û berhevkar ji sala 1983’yan û vir de, li ser folklora kurdî dixebite û bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, gotar, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Gotar û nivîsên wî yên li ser folklora kurdî di kovarên wekî Zend, Rewşen, Nûbihar, Govend, Jiyana Rewşen, Kovara W’yê de weşiyane.

Nivîskarê ku li ser zargotin û wêjeya kurdî hema di her mijarê de berhemên rengîn afirandî, bi qesta ku; “pêşî li ber nivîsa kurdî veke” bi tevî hevalên xwe, li bajarê Semsûrê bi navê “Rojnameya Semsûr” rojnameyeke ku bi kurdî weşanê dike derxistin. Nivîskar demekê jî di wê rojnameyê de, di quncikê xwe yê bi navê “Kenêrk” de li ser folklor û zargotina Kurdan nivisî.
Nivîskar, lekolîner, berhevkar Mehmet Oncu zewicî, bavê du keç û kurekî ye.

BERHEM:
Çîrokên Kurdan-I, Folklor/Zargotin, Weşanxaneya Doz, 2006
Çîrokên Kurdan-II, Folklor/Zargotin, Weşanxaneya Doz, 2007
Gotinên Pêşiyan, Folklor/Zargotin, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2009, Çapa duyemîn, 2014
Mêhrîmah, Helbest/Çarîn, Weşanxaneya JJ, 2012
Ezîze, Helbest/Çarîn, Weşanxaneya JJ, 2012
Eware, Helbest/Çarîn, Weşanxaneya JJ, 2012
Yeklo Duklo Dumbazê, Folklor/Zargotin, Weşanxaneya JJ, 2013
Çîrokên Efsanewî yên Kurdan, Folklor/Zargotin, Weşanxaneya Nûbihar, 2014
Meyîr, Folklor/Zargotin, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 2014, Çapa bi tirkî, 2015
Ferhenga Biwêjan, Folklor/Zargotin, Weşanxaneya Sîtav, 2015
101 Biwêj 101 Çîrok, Folklor/Zargotin, Weşanxaneya Avesta, 2015
Cemîle, Pêjgeha Herêma Semsûrê Weqfa Danasîna Semsûrê, Folklor/Zargotin, 2015
Ji Kaniya Dil, Helbest/Çarîn, Weşanxaneya Sîtav, 2016
Ji Deftera Kurdekî, Aforîzma, Weşanxaneya Sîtav, 2016
Şihîna Hespên Azad, Roman, Weşanên Sîtav, 2017
Tiştanokên Kurdî, Folklor/Zargotin, Weşanên Dara, 2017
101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok, Folklor/Zargotin, Weşanên Nûbihar, 2018
Ferhenga Devoka Herêma Semsûrê, Ziman, Weşanên Avesta, 2018

EZÎZE

1. Ji Êzdan e ‘Ezîza min navê te
gerdûna min ronî dibe b’ nûra te,
çem û kanî dikin der bi besta te,
çarînên xwe dirêsim bi hesta te…

2. Ew çarînên ku min ristî b’ evînê,
hilhatî ji kanya dilêm birînê,
bila felek pergala min hilweşîn,
ger neherik negên destê şîrînê…

3. Dema ristêm gîhan destê şîrînê,
lavakar im dilê xwe de hilînê,
bila bigir dîwana min biçirîn,
ger nerevîn xema l’ dilê yarînê…

loading...