"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mem Med

Di sala 1979’an de li Bazîdê hatiye dinê, xwendina xwe ya dibistana pêşîn li gundê Ortiliyê qedandiye. Xwendina navîn li Bazîdê destpêkiriye û li Îzmirê qedandiye.

loading...

Di sala 2002’yan de li Zanîngeha Marmarayê Beşa Hiqûqê qedandiye. A niha li Stenbolê dijî û parêzeriyê dike.

BERHEM:
Esmera, Helbest, Bi Tirkî, Weşanên Artshopê, 2010
Berdin Bila Tarî Be, Helbest, Weşanên Nûbiharê, 2012
Janistan, Helbest, Weşanên Nûbiharê, 2014

RÛYE MİRİNÊ SAR E

Porê te tên çavê min
Şax şaxî belav dibin
Li behr û okyanûsa
Fikrê min li pey dikevin
Dadikevin behra
Bê bêr bê bêrvan
Gotinên te tên bîra min
Diteriqin belav dibin
Li çiya û xilxila
Çivîk dibe hişê min
Pey radibin
Bê şop bê berate
Dijîbûna te tê xwezila min
Ez dikevim paxila dayîkekê
Li ber tirbekê disekinim
Rûyê mirinê sar e.

loading...