"Enter"a basıp içeriğe geçin

DI ZÎNDANÊ DE, BI TENÊ BÛ, BI SANCÎ BÛ – Lokman Polat

loading...

Rîhan dê bibana dayik. Ew bi êş bû, bi paşil bû. Di dilê xwe de canêkî din heldigirt. Hamîle bû, ji bo biwelide roj dijmardin, bi sancî bû. Yê ku di zikê wê da bû, hêvîya wê bû, dahatuya wê bû.

Wê xeyal dadanîyan. Papik çêdikir, fanorî direfandin ji bo bebika xwe. Dergûşê amade dikirin. Her roj bi çavê xwe li dergûşa vala dinêrîyan. Wê xeyal dikirin ku rojêk bebika xwe hemêz bike û bi dil û can ramîse.

Rîhan dilxwişîş bû. Di binçav de, di şkencan de, mirov dihatin kuştin. Di nav qetlîaman de, di bin bombeyan de mezinkirina bebika xwe difikirîya. Ditirsîya. Xew û xeyalên xirab didît.

Rojêk dagirker hatin û wê girtin bin çav. Wê birin kirin zîndanê. Ew ditirsîyan. Tirsa wê ji bo bebika di zikê wê de bû. Di şkencexanê de pê gelek şkence kirin. Du car wê dan binê ava sar. Serma bû, sar bû. Dilê wê cemidîyabû. Bi wê serma nebû, bi bebika wê serma bû. Bebik ji ber sermayê di zikê wê de dilerizîya. Dil û kezeba wê perçe dibû. Hêstiran di çavên wê de dikirin xwarê. Digerîyan, nalet danîyan. Çavên wê li zikê wê diketin, li zikê xwe yê mezin dinêrîyan, mêze dikir, û şerm dikir. Di zîndanê de, di şevên sar û tarî de, şêrînî û dilşadîya ku dê bibe dayik dijîyan.

Ew di zîndanê de bi tenê bû. Ji xwe re difikirîya. Ew dizanibû di hemû civakên cûrbecûr de tim jin hatibûn pelixandin. Hemû sazûman yên mêran bû, yên serdestan bû. Ew dizanibû ku dê çawan jin jî rizgar bibin. Wê rizgarîya jinan bi rizgarîya gel û welatê xwe va girêdidan. Di çîyan de pêşmerge, keç û xortên şerker, ji bo doza gel û welatê xwe, ji bo doza Kurd û Kurdistanê, ji bo azadîya gel û rizgarîya welatê xwe canê xwe dikirin feda. Ew canfîdayên welatên xwe bûn. Di zîndanan de yên girtî gelek di berxwe de didan. Berxwedana wan  rindîya wan û azadîya wan bû.

 

Di zîndanê de, sancîyên Rîhanê zêde bû, nefesa wê dihatin birîn. Bebikê di zikê wê de, pên li zikê wê dixistin. Acela bebikê hebû. Dixwestin derkevê derva. Dixwestin dinya (cîhana) derve jî binasê. Di nav sing û berên dayîka xwe de dixwest bê hezkirin. Bê maçîkirin. Dixwest memika dayika xwe bimisînê, şîrê wê vexwe û pê mezin bibe.

Êş û sancîyê Rîhanê zêde bubû. Devê wê zûwa bubû. Ji çavê wê hêstiran dikir xwarê. Rîhan di nav wê êş û sancîyê de, mêrê xwe difikirîya, malbata xwe û bebika di zikê xwe de difikirîya, rewşa gelê xwe û welatê xwe difikirîya. Ew di nav zîndanê de bi tenê bû, xwe li erdê dirêj kiribû. Dinalîya. Wexta sancî dihat pê diqêrîya. Dengê hewar û qêrîna wê çubû gardîyanan. Çend gardîyan hatibûn li ser civîyabûn. Ew dizanibûn Rîhan hemîle ye, dê biwelidê. Gardîyanan wê ji zîndanê derxistin birin odeyêk. Li ser ranzayê wê dirêj kirin. Destê wê kirin kelepçan û bi ranzayê ve girêdan. Ew du roj bi destê kelepçekirî, di hemêza hêvî û dahatuya xwe de raza. Tî û birçî bû, lê bi hêvî bû. Piştê du roj êş û sancîyê, can ji beden ket. Ketandina can dayikê rehet kir, odê ronî kir. Bebik girîya, kir qêjîn. Qêjînîya wî qêjînîya azadî û serxwebûnê bû, qêjînîya hêvîyê û dahatûyê bû.

Gardîyanan destê Rîhanê ji kelepçan vekirin. Rîhanê bebika xwe girt, bi dilşadî hemêz kir û girt bersingê xwe. Memika xwe xist devê wî. Rîhanê gava memikê kir devê bebikê bi ezber helbesta şaîrê ku bi eslê xwe Kurd bû, helbesta Ahmed Arif “Êrişê pêsîrê –memikê– bike” bi ezber xwend.

 

 

 

loading...