"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Abdullah Yavuz

Abdullah Yavuz di sala 1972’an de li bajarê Mûşe navçeya Milazgirê li gundê Hesenpaşayê hatiye dinê. Di heftsaliya xwe de dest bi dibistana seretayî dike pişt re li Xopanîka Diknûgê dibistana navîn diqedîne.

loading...

Ji ber sedemên xizaniyê navber dide xwendina xwe ya dibistanê û lîseyê ji derve dixwîne ji ber aloziyên heremê diçe bajarê Stenbolê xurbetê kar dike.
Gelek kesayetiyên Kurd dinase wek hemû Kurdan gelek car tê binçavkirin. Bi hinceta alîkariya rêxistinê, doz lê tê vekirin çar sal bi dizî digere nakeve dest, nêzî deh salan tê darizandin, ji dozeki 4 sal cezayê zindanê lê tê birîn, serî li dadgeha bilind dixe doz xirab dibe.

Nêzî dehsal ev darizandin didome. Di sala 2003’yan de hêzên tarî yên dewletê wî direvinin. Ji aliyê çapemeniyê ve demildest ev bûyer dibe nûçe. Gelê heremê li ser vê revandinê çalakiya rûniştinê li dar dixe ji bo berdana wî.

Tu sûc li ser nayê îspatkirin û tê berdan. Di sala 2014’an de pirtûka xwe ya helbestan ya yekem bi navê Mezrabotan çap dike, di sala 2016’an de jî pirtûka xwe ya duyemîn ya bi navê Ji Dilê Welatekî Bindest li weşanxaneya Ar’ê çap dike.
Heta niha ji bistan zêdetir helbestên wî wek stran jî hatine xwendin.

BERHEM:
Mezrabotan, Helbest, Weşanên Ar, 2014
Ji Dilê Welatekî Bindest, Helbest, Weşanên Ar, 2016

DOTMAM..!

Xwîn hebû zilim hebû,
Êş hebû jan û qirîn hebûn,
Tarîtî hebû dotmam.
Ji bilî hezkirinê her tişt hebû,
Ji ber wî bû
stranên ku min li ser
hezkirina te,
nivîsand nehatin ditîn.
Rojekê birîn kew bigrîn
Êş çavên xwe ji xwînê paqij bikin,
Bilbilê di nava dilê helbesta min de
Wê were ziman
Gulên reng bidin,
Ji rengê xêliya te
Xêliya ku te di demên dilşad de
Di govendan de dida serê xwe.
Wê demê tu yê jî bibî
Guhdarvanên stranê li ser evînê xwe dotmam..!

loading...