"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mahabad Felat Arda

Di sala 1966’an de li bajaroka Farqînê ku li ser bajarê Amedê ye hatiye dinê. Xwendina xwe ya sereta, navîn û lîseyê li Farqînê kiriye. Heft salan li bajarê Mersînê maye û li wir di avakirin û rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan de cî girtiye. Di heman demê de nûneriya kovara Özgür Halkê ya herêmê kiriye. Di sala 1992’yan de bi navê Salar Amedî ji bo Rojnameya Welat gotar nivîsîne. Di dawiya heman salê de derketiye Ewropayê. Di sala 1995’an de di destpêk û rêveberiya yekem televizyona kurdî MED-TV`yê de cî girtiye. Demekê bi navê Mahabad Amedî ji rojnameya Özgür Politikayê re gotar nivîsîne. Çend gotar ji bo rojnameya Axîna Welat û ji hin malperên kurd re jî bi navê Felat Arda nivîs û helbest nivîsîne.

Mahabad Felat Arda ji sala 1999’an ve li Swêdê li bajarê Stockholmê dijî û ji avrêla sala 2005’an ve jî berpirsiyarî û edîtoriya malpera amidakurd.net’ê dike. Heya niha bi sedan gotar û helbest nivîsîne. Her wiha ji bo xizmeta çand ziman, wêje û hunera kurdî, bi komek hevalê xwe re komeleyek bi navê Komeleya Perwerdeyî, Wêjeyî, Çandî û Hunerî ya Kurd (PERKURD) damezirandine û Mahabad Felat Arda 3 salan serokatiya vê komelê kiriye.

Di navbera salên 2014 û 2018’an de perwerdeya pedagojiyê dîtiye û demeke dirêj e li Swêdê mamostetiya zimanê dayikê dike. Mahabad Felat Arda bi komek mamosteyên din re niha kovareke bi navê “Modersmål” (Zimanê Dayikê) derdixe û edîtorî û berpirsiyariya weşana kovarê dike.

Berhem:

Pêtî, Helbest, Weşanxaneya Lîs, Amed, Sermawez, 2017

Zagros û Zerdeşt, Roman, Weşanxaneya Lîs, Amed, Adar, 2011

NIVÎSÊN BALKÊŞ