"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Ronî Stêrk

Ronî Stêrk li Mêrdînê li gundê Bavina ji dayik bûye. Bavina gundekî li herêma Xursê ye û Xurs jî di navîna Qoserê û Mêrdînê de ye. Zarotiya Ronî Stêrk li Edenê derbas dibe. Ew pelûyên xwendina xwe ya seretayî, navendî û lîseyê li Edenê bi dawî tîne. Dema ew dest bi xwendina li zanîngehê dike, ji ber sedemên têkoşîna siyasî neçar dimîne û derdikeve havîbûnê (diyasporayê) û li Almanyayê, li bajarê Bremenê bi cih dibe. Li zanîngeha Carl Von Ossietzkie Universität Oldenburgê ew xwendina xwe (Bachelore û Masterê) diqedîne û dibe zanyarê  șêwirmendî û perwerdeyê.

loading...

Di sala 2014’an de Ronî Stêrk dibe mamosteyê fermî li Bremenê û ji wê rojê û vir de, di xwendegeha sereke de waneyên (dersên) zimanê kurdî yê dayikê dide zarokên kurd. Herweha ew di sala 2017’an de, li zanîngeha Oldenbûrgê jî bi awayekî fermî dibe doçentê zimanê kurdî û serpereştiya 2 modûlan (Basismodul) bo xwendekarên zanînigehê dike.

Stêrk endamê PENa Kurd û PENa Navnetewî ye. Herweha ew endamê Yekitiya Mamosteyên Kurd e (YMK) û di rêveberiya YMKê de cîgirê serok e.

BERHEM:

Serenada Êşên Tazî, Helbest, Weşanên Soran, 1995

loading...