"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana SEYFEDÎNÊ WELEKORÎ (Seyfettin Temel)

Di sala 24.03.1960’î de li gundê Welekorê ku girêdayî navçeya Melazgira Mûşê ye tê dinê. Navê bavê wî Êbdulbarî navê diya wî Hezîme Xanim e, malbata wî ji malmezinê gund û dilperwer û welatperwer e. Dibistana yekemîn li gundê xwe Welekorê dixwîne. Dû re li cem bavê xwe dest bi xwendina Erebî dike Qûr-an’a Pîroz dixwîne. Car caran jî li ba melayê gund li mizgeftê perwerdehiyê dibîne. Di 16 saliya xwe de sala 1976’an de dizewice û deweta xwe dike.

Seyfedînê Welekorî, xeyaleke wî hebû ew jî azadîya welatê wî bû. Di hejdeh saliya xwe de ji ber nakokiyên cuda berê xwe  dide serê çiyan û sê salan li ser çiyâyên Kurdistanê dijî, piştî wê  sê salê li serê çiyê, di sala 1981’an de li meha sibatê dîl dikeve destê desthiledaran û ew davêjin girtîgeha Milazgirê. Paşê ew dibine girtîgeha bajarê Osmanîyê nêzîkî salekê girtî dimîne. Dû re tê berdan lê jiyana wî carekê serobin bûye, careke din ji ber  zext û zordariya sîstema heyî mecbûr dimîne koçî Anatoliyê dike û diçe bajarê Stenbolê li navçeya Kuçukçekmecê dijî. Seyfedênê Welekorî dibe bavê sê kur û heft nebiyan, jiyaneke bi xem û xeyal didomîne. Di sala 1990’î de dibe endamê Partîya Gel (DEP)’ê dikeve nav siyasetê, di sala 1993’yan de li Stenbolê tê binçavkirinê demekê di bin çavan de dimîne, di wê demê de gelek zext, lêdan û îşkenceyê dibîne. Partiya DEP’ê tê girtin, endamtiya wî tê betalkirin û pênc sal cezayê  siyasetê lê tête birîn.

Di sala 2008’an de dibe endamê Komeleya Bawermendê Stenbolê û niha jî di nav rêveberiya DİAY-DER’ê de kar dike û di nav Komelaya Alimên Kurdan de cîh girtiye.

Li alî din di sala 2005’an de, dest bi nivîsandina wêjeya Kurdî dike,  hin kurteçîrok, melese, metelok û helbest nivîsandine. Gelek helbestên wî di kovar û rojnameyan da hatine weşandin û gelek helbestên wî jî  di radyo û televizyonan de hatine gotin, hinek ji wan jî bûne stran di nav gel de tên gudarkirinê.

Di sala 2015’an de ji bo perwedehiya zimên diçe Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê di beşa duyemîn de dest bi perwerdeya ziman dike, piştî beşa duyemîn diqedîne derbasî beşa sêyemîn dibe, lê ji ber kar û xebatên komelê, perwerdeya zîman di nîvî de dihêle.

Seyfedînê Welekorî herî zêde edebiyata klasîk ên Kurdî û pirtûkên olî hez dike, pir dem û wextê xwe bi nivîsandina helbestan û bi pirtûk xwendinê re derbas dike.

BERHEM:

Warê Wêran, Weşanxaneya Ronahî, 2014, Stenbol

Huzna Şevê, Weşanxaneya Ar, 2018, Stenbol

Helbestên Seyfedînê Welekorî

NIVÎSÊN BALKÊŞ