"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Zeynel Abidîn Han

Zeynel Abidîn Han nivîskar, helbestvan û weşanvanê Kurd e. Li gel weşangeriyê di salên 1985-89’an de li Enqerê di zanîngeha Ziman-Dîrok û Cografiyayê de felsefe xwendiye û dû re bi demekê ve mamostetiya felsefê kiriye.

loading...

Pişt re ji ber sedemên siyasî mecbûr maye û derketiye Ewropayê. Vê gavê li Berlînê di sirgûniyê de dijî. Han li gundê Gimgima Mûşê li Qilçixê (bi Tirkî navê wê kirine Aydınpınar) ji dayîk bûye. Ji ber ramanên xwe yên Kurdewarî gelek caran ji aliyê dûgela Tirk ve hatiye zîndanîkirin. Bi zaraveyên Kurmancî û Dimilî (Kirmanckî) û zimanê Tirkî helbest û nivîsarên xwe dinivîsîne.

Zeynel Abidîn Han demekê li Berlînê edîtoriya Weşanên Evra kir. Weşanên Evra di navbera salên 2003-2007’an de kar kir û gelek berhemên Kurdî weşand. Weşanên Evra ji ber sedemên aboriyê karên xwe da rawestandin. Di sala 2007’an de kurê Zeynel Abidîn, Gazîn Onur Han dest bi karê weşangeriyê kir û Weşanên Han damezrand. Zeynel Abidîn vê gavê li gel kurê xwe kar dike û edîtoriya Weşanên Han dike. Di sala 2015’an de dest bi edîtorîya Kovara Xwenasê kir.

BERHEM:
Stran Digotin, Helbest, Weşana Xwe, 1995, Enqere
Agir Digrî, Helbest, Weşanên Hoybûn, 1998, Berlîn
Binefşên Tariyê, Roman, Weşanên Doz, 1999, Stenbol
Girava Stêrkên Vemirî, Roman, Weşanên Gün, 2001, Stenbol
Bigrî Heval, Roman, Weşanên Evra, 2007, Berlîn
Kela Hawaran, Roman, Weşanên Han, 2009, Berlîn
Felsefe û Rûmeta Xwezayê, Felsefe, Weşanên Han, 2010, Berlîn
Sar, Roman, Weşanên Soran, 2012, Berlîn
Rêwiyên Dutenêbûnê, Roman, Weşanên Soran, 2014, Berlîn
Siya Çûyînê, Roman, Weşanên Soran, 2015, Berlîn
Çemê Keseran, Helbest-CD/Kaset, ARES, 2000, Stenbol
Dûr û bê Qesem, Helbest, Weşanên Havîbûn, 2002, Berlîn
Girava Sitêrkên Vemirî, Roman, Evra Verlag, 2004, Berlîn
Dilê min Nehêşe Çi Dibe, Helbest, Weşanên Evra, 2005, Berlîn
Bigrî Heval, Roman, Evra Verlag, 2007, Berlîn
Xezala Warê Germiyan, Helbest, Weşanên Han, 2008, Berlîn
Eniya Me Ji Agir Ti Caran Nexeyîdî, Helbest, Weşanên Han, 2009, Berlîn
Bêriya Te Dil Dihêrîne, Helbest, Weşanên Han, 2012, Berlîn
Qet Pireyek Qasî Me Hilneweşiya, Helbest, Weşanên Soran, 2014, Berlîn
Wergerên Wî:
Memê Zirav, Romana Yaşar Kemal, Weşanên Havîbûn, 2003, Berlîn
Sîmyager, Romana Paulo Coelho, Weşanên Evra, 2003, Berlîn
Xweparêziya Sokratesî, Tekst-Parêzname ya Platon, Weşanên Evra, 2003, Berlîn
Min Ji Bêriya Te Paywend Kevin Kirin, Helbesta Ahmed Arîf, Weşanên Evra, 2004, Berlîn
Panzêr Radibin Ser Me, Helbesta Enver Gökce, Weşanên Evra, 2004, Berlîn
Pîr Sûltan Evdal im Ez Bi Peyman im, Helbesta Pîr Sûltan Evdal, Weşanên Evra, 2004, Berlîn
Gulbijêrek ji Helbestên Wergerî 1, Helbesta Pîr Sûltan Evdal, Weşanên Evra, 2004, Berlîn
Gulbijêrek ji Helbestên Wergerî 2, Helbesta Pîr Sûltan Evdal, Weşanên Soran, 2014, Berlîn

loading...