"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Arjen Erez

Di sala 1974’an de li gundê Heciyê ku girêdayî navçeya Tatosa Erziromê ye ji dayik bûye. Navê wî yê berê Îsa Kaya ye.

loading...

Dibistana seretayî li gundê Hecî dixwîne. Di 1998’an de ji ber xebaten şoreşî li Stenbolê tê girtin. Piştî darizandina ku deh salan didome cezaya muebedê didin. Di zindanê de bi wêjeyê re hevnas dibe. Xebatên wî yên wêjeyî berê bi zimanê Tirkî be jî pişt re biryara xwe dide û vedigere ser zimanê Kurdî ya zaravayê Kurmancî. Niha li zindana Edirneyê ya Tîpa F’yê dîlgirtî ye.
BERHEM:
Qesra Helbestên Xemgîn, Helbest, Weşanen JJ, 2016, Amed

VEJÎN

Tov hat reşandin di kîşvereke tarî de
Hest ronî bûn
Di nava bedewbûna çiyayan de
Hat dehandin lewazbûn
Beybûn vejiyan ji bêhna rizgariyê
Çar keçên hêvîzêr
Xewnerojk stirandin
Li ser bişirîna lêvên xwe
Di bin siya diranên keftoran de
Bedenên çar şoreşgeran
Çîroka berxwedanê vegotin
Ji agir ra…

Çemê evîna bilind dest bi herikînê kir
Stêrk bedewtir bûn
Derya çê bûn
Ji newaya giyanê zarokan.

loading...