"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Azad Bîlen

Azad Bilen (z. 1975 li Qoserê), stranbêjekî kurd e.

loading...

Bilen di sala 1975’an de li Qoserê ya ser bi Mêrdînê ve hatiye dinê. Heta 5 saliya xwe li Qoserê jiyaye. Bavê wî ji ber sedemên siyasî ketiye girtîgehê.

Piştî berdana bavê wî mala xwe bar kirine û koçî Enqerê kirine. Dibistana seretayî, ya navîn û lîsê li Enqerê xwendiye. Di sala 1990’î de bi awayekî amatorî dest bi muzîkê kiriye. Di sala 2006’an de bi navê Welat albumek çêkir. Albuma wî ji hêla fîrmaya Aresê ve derket pêşberî muzîkhezan. Di albumê de ev stran hene:

  1. Welat
  2. Keça Diyarbekrî
  3. Şev Reş e
  4. Pir Hezdikim
  5. Bê Te Nabe
  6. Şeng e
  7. Tew Nar
  8. Awirên Te
  9. Eyşikê
  10. Evdalê Canê.
loading...