"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Çopî – (Chopy)

Çopî (Chopy) (z. 1983’ê li Kerkûkê) hunermendeka muzîkê ye.

loading...

Jiyana Çopî

Çopî hîn sê sal derbaz nekirıbu ku rejîma Baesê deshilatiya xwe xurt kir bu û mîna bahoza reş komkujî û sîyaseta bierebkirinê li ser bajara wan Kerkûkê demeşand. Ji ber vaye malbata Çopî êdî nikarbûn li Kerkûkê jiyan biken û naçar man berê xwe bidene çîyayên Kurdistanê û bi armanca derketina ji bo derveyî welat, piştî saleki di sala 1988’a de li Holandayê bi cih bûn. Ji ber van sedema jî Çopî pir zû bi dûr ma ji sozên gelê kurd û derdora xwe.

Her wisa bêbeş ma ji fêrbuna zimanê kurdî ya resen û paqij. Lê bav û diya wê alîkariyeka wisa kirin ku Çopî zimanê kurdî ji bîr neke û hîn bibê. Çopî ku zewicî ye, ev 17 sal in ku bi malbata xwe re li Holandayê jiyan dike.

Jiyana hunerî

Çopî ji zarokatiya xwe ve hez ji muzîk û stranan kiriye. Ji 7 saliya xwe de çuye komeka koral li bajêra Haillo li Holandayê, li wir bi grupekî re stran gotîye û carna jî strana solo bi Çopî hatiye dayîn. Li dibistanê jî de Çopî gelek zîrek bûye û li salekê da bûye xwendevana yekemin li dibistana xwe. Çopî li 13 saliya xwe de çûye dibistana deng û ji bo ku bi awayekî zanistî tişteki ji zanista deng nasbike û hîn bibe 2 salan jî li vê dibistanê xwendiye.

Li 16 saliya xwe de çûye cem Koma Berxwedan li akademiya kurdi li Elmanyayê, li vir da Çopî zêdetir eşqa wê ji bo muzîk û stranên folklora kûrdî çûye. Her wisa her li vêderê mamoste Wurya Ehmed naskirye û karwana hunera Çopî bi rengekî fermî destpêkiriye.

Berhem

Çopî heta niha zêdedetir ji 30 stranên folklorî û dubare li Medya TV û 2 stran jî li Kurdsatê tomar kiriye. Çopî beşdarî gelek şev û ahengan bûye li Elmanya, Swêd, Hollanda, Îngilistan, Kanada û gelek welatên din djî.

Her wisa Çopî li gel pir hunermendên bi nav û deng û naskirî beşdariya şev û ahenga bûye, mîna hunermendên rêzdar : Nasir Rezazî, Merzîye Ferîqi, Şivan Perwer, Ednan Kerîm, Hesen Şerîf, Necmedîn Xulamî, Şehrîbana Kurdî, Gulistan Perwer, Feyzî Nejadî, Omer Gundî û gelek hunermendên din.

CD

Berhema yekemîn a Çopî li ser CD di sala 2003’a de bi navê Çît naw binêm? (Kîjan navî bidim te) derketiye, ku ji 9 stran pêk tê û bi herdû zaraveya kurmancî û soranî gotiye û tevahî ev sitran nû ne û carê yekê ji aliyê Çopî hatine gotin. CD ya duyem jî di 2007-an de ku ji 13 sitranan pêkhatîye, bi nave Nawit denêm jîno (Navê te kim jîno) derket.

loading...