Jiyana Halil Uysal

Halil Uysal (Halil Dağ) (1973 Almanya – 1 nîsan 2008 Besta) kameraman û derhênerekî kurd bû.

Di vekirina televîzyona MED-TV, di 1995 de, Xelîl Uysal ji kesên yekemîn bû ku weke kameraman dest bi xebatê kir. Xelîl Uysal piştre ji bo kişandina hinek hevpeyvînan îdareya televîzyona MED TV ew şande Şamê, cihê ku serokê PKK Abdullah Ocalan lê dima.

Ji wir derbasî nava gerîlayên PKK bû. Gelek fîlmên dokumentar li ser jiyana gerîla çêkirin. Her wiha fîlmek bi navê Bêrîtan, ku serkeftina wî ya herî mezin bû, jî amade kir û weke derhêner ew pêşkêş kir.

Roja 1’ê nîsana 2008’an li Bestayê di şerekî nav HPG û artêşa tirk de tevî sê hevalên xwe hat kuştin.

Fîlmografî

  • 2007 Stranek ji bo Zagros
  • 2006 Bêrîtan
  • 2002 Eyna Bejnê
  • 2002 Tîrej
  • Fîrmeskên Ava Zê
  • Nepaniya Rûye Me

Çavkanî: Wikipedia

Lê Binêre

Dr. Ciwan Hemê

Çendî Pêdiviya Me Bi Bijîjkên Wek Dr. Ciwan Hemê Heye / Konê Reş

Piştî ku min navê Dr. Ciwan Hemê ji xelkên Qamişlo û pensberên Efrînê bihîst ku …