"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Îhsan Bîrgül

Di sala 1979’an de li mezraya Tarimê ya girêdayî gundê Meyayê hatiye dinê. Meya gundê navçeya Giyadînê ye. Giyadîn li ser parêzgeha Agirî ye.

loading...

Wekî her Kurd piştî destpêkirina dibistanê fêrî zimanê Tirkî dibe. Piştî qedandina dibistana seretayî dev ji xwendinê berdide. Ji bo kar û xebatê diçe bajarê Îzmîrê.  Piştî salên du hezarî dîsa bi xwendinê re mijûl dibe. Dibistana navîn û lîseyê ji derveyî dibistanê diqedîne. Ji ber ku derfetên aborî tunebûn zaningehê jî bi heman rêbazî dixwîne. Niha di beşa Pêwendiyên Gelî û Reklamvaniyê de dixwîne.

Di gelek astan de kar û barê siyaset û rêveberiya partiyan dike. Bi avabûna TZP-Kurdî re giraniyê dide ser xebatên ziman û xweperwerdekirina zimanê Kurdî. Her wiha di nav avakarên Kurdî-Dera Îzmîrê de jî cih digre wekî şagirt û mamosteyekî.

Yekem nivîsa wî ya tê weşandin “Dağ ve Kürtler” e, di kovara ciwanên  HADEP’ê ya bi navê Komagene de. Di kovara Hinar ya Kurdî-Dera Îzmîrê de dest bi nivîsên Kurdî dike. Çîrok û nivîsên wî yên bi navê “Eyşe Şan” “Behr û Keser” “Lawikê Qaçax û Keça Zomî” û “Piştî Ku Tu Çûyî” di Hinar’ê de tên weşandin.

D malpera înternetî ya bi navê Aryen Kurdî de nivîsên rexneyî û siyasî dinivîse. Di malpera Diyarnameyê de li gor wext û derfetan çîrok, gotar û nivîsên siyasî dinivîse.

Li Serhedê, li navçeya Giyadînê dijî. Zewicî û bavê du zarokan e.

BERHEM:

Gotinên Nîvcomayî, Helbest, Weşanên Ava, 2018

loading...