"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Merziye Ferîqî

Merziye Ferîqî (herwiha Marziya Farîqî) (* 1958 li Merîwan, rojhilatê Kurdistanê – † 2005 li Swêdê) stranbêjeke navdar a kurd bû. Hevjîna stranbêjê navdar Nasir Rezazî ye.

loading...

Jiyan

Malbata wê ji xelkê Sineyê bû. Di temenciwaniya xwe de bala xwe berdide muzîkê û gelek hezdike. Guhdariya Radyoya Bexdayê ya wê demê dike ku ji wir gelek stran û awazên Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Eyşe Şan û Gulbiharê fêr dibe.

Dibe mamoste û li gundekî nêzîk mamostetiyê dike. Sala 1977’ê dikeve komeke muzîkê ya herêmê. Salek dûv re marî dibe (dizewice). Sala 1980’yê tevlî refên pêşmergeyên Komelayêdibe li wir koma muzîkê ya bi navê Korî Bangewaz dadimezrîne. Ev kom gelek stranan hildiberîne, wekî Silaw bo PêşmergeGiyanekam bo asmanî şînMaçî Xudayî û Payîz.

Sala 1984’ê ew û hevjînê xwe diçin Swêdê, dibin penaber. Di Med TVê de bi navê Jîlemo bernameyekê çêdike. Bi Gulistan Perwer û Beser Şahînê û gelekan re dixebite.

loading...