"Enter"a basıp içeriğe geçin

Klama Kekê Xiyasedîn

Heyla lê weylê…
Weylê … weylê …ê …
Weylê … weylê … hoê ..
Le bira … şewqa Kela Xenûsê
Lê nexista li Bingolê ji xwe ra çiya bi çiya lo …
Bira nera yê …. ê bimbareka yê ….ê

loading...

Qol Hesarê derê mala Efendî mizgefta li camiya lê yê …. ax û hay
Bi destê Kekê Xiyasedîn digirtin kelemçe dikirin dane pêşiya cotê cendirmê singuliyan lo….hoê
Berê wî dane enqerê horgofê nava hezar û pênsed mêrê di girtiyan
Lema kelaka dînê islamê ji xwe ra walgeriya lo …
Xoce Ilyas xocê cimûretê rûniştî li kamilya enqerê li serê wan pêla yê …
Têl li ser têlê dida welatê serhedê li ba şêx Alî Riza
Digo mala te xira bibe tu yê kilîta lêxe li derê hucran û camiyan û medreseyan yê …
Tu nizanî li piştî Kekê Xiyasedîn dersê mede van feqiyan
Tu nizanî li piştî Kekê Xiyasedîn qanûna me bû qanûna Nigaro û diwalê ecnebiyan
yê …..ê yê ……. ê
Le bira
Tu gula şêxan î bira
Biçûkê biran î bira
Xûliyê di sewqan î bira
Welatê xerîbiyê derdê pûç î bê dermanî bira
Heya dinya xweş ava be keder û mereqa me hemiyan î bira
Welatê xerîb û xerîbistanê tu sêr bike
Çima derdê pûç î bêderman î lo …
Heyla lê weylê …
Weylê … weylê …
Weylê … weylê …
Le bira yê …. şewqa Kela Xenûsê çiya li çiya nexînê …
Surra enqerê tê bi gumîne bîna bayê xêmûr pê dê , xeberê mi ra tînê lo …
Bi destê Kekê Xiyasedînê ………digirtin kelemçe dikirin dane pêşiya cotê cendirmê singû lêlê ….
Berê wî dane enqerê horgofê nava hezar û pênsed mêrê dimefine lo …..
Feleka malê xirab nema keleka dînî islamê wedigerîne …
Xoce Ilyas , xocê cimûretê rûniştî li enqera birengînê …
Têl li ser têlê ji Şêx Alî Rıza ra dişîne lo …
Dibê rabin kilîta li derê hucran û camiyan û medresan bixînin
Tu nizanî li piştî Kekê Xiyasedîn qanûna me bû qanûna Nîgaro û dîwalê ecnebiyan yê …
Hele rabê …. Em ê destê hevdû bigirin xwe berdin ber bajara Diyarbekir
Li ser tirba Şêx Şemsedînê …
Belkî li ba Xwedê da ricaçî be efûyan wan mefûyan derîne
Fezîle bûka sê mehan çavên wê li rê û tirban nemîne lê …
Le bira
Tu gula şêxan î bira
Biçûkê biran î bira
Xûliyê di sewqan î bira
Hêsir , dîl e destê misto kemal qanûna tersê giran î bira
Welatê xerîbê derdekî pûç î bê derman î
lolo bira
Hele bala xwe bidê heya dînya xweş ava be keder û keser û meraqa me hemûyan î lo ……..
Lê hoyoyoyoyo …

loading...