"Enter"a basıp içeriğe geçin

Agnostîsîzm çi ye

Agnostîsîzm an jî nezanîparêzî bizaveke felsefî ye ku di sedsala 19’an de hatiye çêkirin. Li gorî boçûna vê felsefeyê mirov ji aliyê dînî ve nikare bizanibe ka xweda heye yan na[1] û ji aliyê zanistê ve jî nizane gerdûn çawa hatiye afirandin.

loading...

Bi giştî ev felsefe bi awayekî gumanbar li tiştan dinêre. Ateîzm û agnostîsîzm ne heman tişt in. Ji ber ku boçûnek dibêje xweda nîne, û ya din dibêje hebûn û nebûna xwedê nikare were zanîn. Kesên xwediyê vê boçûnê weke agnostîk têne binavkirin.

Gotina agnostîk, ji zimanê yewnanî tê û ew dikare weke “kesê/a bêzanebûn” were wergerandin. Gotina agnostîk cara yekem ji aliyê biyologê îngilîz Thomas Henry Huxley ve di sala 1869’an de hatiye bikaranîn.[2] Li gorî Huxley agnostîsîzm ne baweriyek e, lê rêbazek e û ew rêbaz jî girêdayî aqil e.

Çavkanî

  1.  Carroll, Robert (2009-02-22). “agnosticism” The Skeptic Dictionary skepdic.com. piştrastkirina çavkaniyê:13’ê rezberê 2015.
  2.  Hepburn, Ronald W. (2005) [1967]. “Agnosticism”. In Donald M. Borchert (ed.). The Encyclopedia of Philosophy1 (2nd ed.). MacMillan Reference USA (Gale). p. 92. ISBN 0-02-865780-2In the most general use of the term, agnosticism is the view that we do not know whether there is a God or not. (page 56 in 1967 edition)
loading...